PKK li Mexmûr hinek xalên kontrolê radestî artêşa Iraqê dike!

PKKyê li navçeya Mexmûrê 4 xalên kontrolê yên li Çiyayê Qereçoxê radestî artêşa Îraqê kirin.
Di derbarê van xalên kontrolê ku çekdarên PKKê radestî Artêşa Iraqê kirîn daxûyaniyên cuda têne dayîn.
Hukumeta Iraqê dibêjê ku,li gora peymanekî berê hatî kirin ev Xal ketin di bin kontrola Hêzên Iraqê de. Berpirsekî Pêşmergeyan dibêje ku, Ev 4 xal li gorî peymanê hatin dewirkirin. Ji bo Kampa Mexmûrê bikeve kontrola Hikûmeta Îraqê, ev gav destpêk e.
PKK daxûyaniyek ragihand û dibêje: “Rêveberiya tevgera me gihîşt wê encamê ku hêzên me yên li vê derê wezîfeya xwe temam kiriye û biryar da ku hêzên me yên li Mexmûrê werin vekişandin.
Tê zanin ku deverên hêzên çekdarên PKKê lêne,piranî herêma Kurdistanê ye û ew cih girêdayî Bexdayêne. Gelek hevdîtin û goftugo hene ku,ev cih bikevin bin desthilata herêma Kurdistanê de.
Ji aliyek din cibicî kirina maddeya 140ê ku hukumeta Iraqê naxwazê cih bibe,kêşeya herî bingehîne di navbera Hewlêr û Bexdayê de.
Wek Şingal û Mexmûrê,çekdarên PKKê li van deveran girêdayî Heşda Şeibî kar dikin. Ew naxwazin ev dever bikevin di bin desthilata Kurdistanê de. Iraq jî PKKê wek qertekî bi kar tîne.
Mixabin li başûrê Kurdistanê erka sereke ya çekdarên PKKê ewe ku, deverên wek Mexmûr û Şingal nekevin ser herêma Kurdistanê.
PKK nikare li himber hukumeta Bexdayê bi tu awayî tevbigere,lê dijitiya Hukumeta Kurdistanê dike û dezgehên herêma Kurdistanê nasnake.
Dema medya Kurdî de ev nûçe têne dayîn rastî nayê gotin. Ev yek jî dide xûyakirin ku, hinek aliyên Medya Kurdistanê dibin şirîkê dezenfarmasyona PKKê.


