CîhanRojev

Biden: Serokê DAÎŞê li Îdlibê hate kuştin!

Serokê Amerikayê Biden da xûyakirin ku, şevîdîn operasyona li Îdlibê pêkanîn de Serokê DAÎŞê Ebu Îbrahim El Haşimî kuştine.Biden dibêje: ” Bi cesaret û zanebûna hêzên me yên çekdar serokê DAÎŞê Ebu Înbrahim El Haşîmî hatiye kuştin. Hemû Amerîkî bi selametî ji operasyonê xilas bûne “

Ji şevîdn ve operasyona Amerika ku li sinorê Tirkiye û Suriye li devera Îdlibê kirî tê axavtin.Li gora ajansên cîhanî ragihandin, nîvê şevê helikopterên Amerîkî li kampa benaberan a Atme danîn. Kampa penaberan di bin kontrola muxalefeta Suriye de ye . Operasyona hatî kirin de 12 kesî jiyana xwe ji dest da.Li deverê demek dirêj dengê teqîna bomba û çekan hate sehkirin.

Xaniyê ku Serokê DAÎŞê lê hatî kuştin

Ji bo girîngiya operasyonê Biden bi xwe di derbarê encamê operasyonê de daxûyanî ragihand.

Back to top button