Polîtîk

Biden pîrozbahiya Barzanî kir

Cihgirê serokê Amerîka Josef Biden doh êvarê bi telefonê, bi serokê herêma kurdistanê re peyivî û ev pîroz kir.

Josef Biden hêvîkir, ku kongireya 13-ê ya Partîya Demokrata Kurdistanê serkeftî be û pêwendîyên navbera herdu alîyan berdewam bin.

Di vê hevpeyivîna telefonî de, behsa rewşa prosesa damezrandina hukûmeta nû ya Iraqê jî hat kirin û hat daxwazkirin, ku ev hukûmet di dema xwe ya destnîşankirî de pêk bê.

Serokê Kurdistanê û Josef Biden tekezî li ser wê yekê jî kirin, ku divê hukûmeta nû ya Iraqê hukûmeteka hevpişka niştimanî be û hemû pêkhatên nav Iraqê tê de beşdar bin.

Back to top button