Nivîsar

Divê dînamîkên kurd konseptek hevbeş biafirînin

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Diyarbekirê (OBPD) Galîp Ensarîoglu 14.12.2010 an de  li Kolnê bi navê „Bi nêrîna saziyên sivîl pirsa kurd“ konferansa da. Ew konferans ji alîyê KOMKAR-ê va hatibû lidarxistin.

Konferans bi axaftina damezirenêr û serokê KOMKAR yê kevn Ebubekîr Saydam destpê kir.  Saydam got, heta niha Pirsgirêka Kurdîstan de bi taybetî ji li Bakûrê Kurdîstan dewlemend ango burjuvazîyên Kurd bê  deng mabûn. Wan demên dawî de em dibînîn kû dî ew ji dixwazin beşdarê pêvajoyê bin. Ji ber wê me dixwast dîtinên serokê OBDP birêz Ensarîoğlu peşkeşê we bikin.

Piştî Axaftina Ebubekîr Saydam serokê OBDP Galîp Ensarîoğlu dest bi axaftina xwe kir.
Ensarîoglu di destpêka axavtina xwe de got, ji ber kû beşdarên konferansê hemû di warê pirsgirêka Kurd de ji min zanetirin û keda wan û ezmûna wan min zêdetir e, ez naxwazim li vir li ser pirsgirêka Kurd gotarek peşkeş bikim, lê ez dixwazim li ser rewşa welat û xebat û rola rêxistinên sîvîl agahdarî bidim. Galîp Ensarîoğlu piştra behsa xebatên rêxistinên sivîl yên li Diyarbekirê kir û got, „ bi demokratîze bûn sîvîlbûna civata Tirkîyê rola rêxistinên sîvîl geş bû, li Tirkîyê ji îro herî zêde li Diyarbekirê rêxistinên sivîl çalak û xwedî însîyatîf in. Îro li Diyarbekirê dor 400 rêxistinên sivîl hembû beşên civakê temsîl dikin û ji wana 200 aktîf dixebitin û dema pêwistî derê ew tên gel hev û helwestên hevbeş nîşan didin“.

Di berdewamiya axavitna xwe de Ensarîoglu got, „Edî dewlet dev ji teza Kurd nînîn berda, li Tirkîye li ser pirsgirêka Kurd her cûre gengewî tên kirin, lê li ser çareserkirina pirsgirêkê nayê gengeşî kirin. Bi rastî ji bo çareserkirinê tu projeyê dewletê yê berbiçav nîne. Lê mixabin di vê warî de projeya Kurdan ji nîne“.

Ansarîoğlu li ser pêwistîya yekîtîya Kurdan sekînî û got, “  Berê demek ji Ewropayê şandeyêk hatibû Dîyarbekirê. Di nav wan da pir kesên kû ji alîyê çareserkirina nakokîyên ûsa xwedîyê ezmûna berbiçavin ji hebûn. Ewana me ra gotin kû gava projeya we Kurdan yê hevbeş ji boçareserkirina vê pirsgirêkê nîne, qet dest bi guftugoyan nekin. P.K.K heta îro bi serê xwe şerê çekdarî ajot, lê ew nikare pêvajoya aşitîyê tenê bibe serî. Ji ber wê divê hemû dînamîkên Kurd partîyên sîyasî, rêxistinên sîvîl, însîyatîf û dezgehên serbixwe konseptek hevbeş biafirînîn, bi yekdengî daxwazên xwe bînin ser masê, hemû kurd di pêvajoya çareseriyê de cîhê xwe bigrin û daxwaza çavdêriya dazgehên navnetewî bikin“.

Serokê OBDP Galîp Ensarîoğlu li ser girîngî û rola rêxistinên sîvîl ji dîtînên xwe ûsa anînziman, „ Esas çareser kirina vê pirsê karê sîyasetê ye, lê em dibînîn kû li Tirkîyê Partîyên sîyasî xwe nadin ber çareserkirina pirsgirêkê. Ji ber wê li vir rêxistinên sîvîl dest davêjin pêvajoye. Rêxsitinêrn sîvîl dikarin reya çareserkirinê vekin. Gava ji bo „rêvekirina kurd“ û banga agirbestê ku pêşiyê li Dîyarbekirê 28.06.2010 an de ji aliyê 98,  paşê dora 400 û axirê jî ji aliyê zêdeyî 600 saziyên sivîl hate kirin, li hemû Tirkîyê gelêk deng da. Bi wî hawayî me dît dema em bibin yek tesîrek çewa çê dibe“.

Ensarîoglu got, niha pirsgirêka acîl rawestandina şerê, lê em beriya lihevhatinek û zelaliyek di derheqê pirsa kurd de daxwaza çekberdana hêzên HPG-ê ji dil û rast nabînîn. Ji ber wê em ji KCK agirbest û ji dewletê ji sekinandina çalakîyên leşkerî daxwaz dikin.

Li ser pirsek dinê jî Ensarîoglu got, „ew modela çareseriyê pêşniyar nakin. Lewra di nav kurdan de modelên cûrbecûr tên gengewî kirin. Lê hemû kurd di daxwaza mafê perwerdeya bi kurdî de bi israrin. Ne dersa hilbijartî yan jî kursên kurdî, rasterast perwerdeya bi kurdî.
Dîsa statuyek jî ji kurda re divê û weka nimûne destûra Spanyayê û rewşa wê ya federal nêzî rewşa Tirkiyê ye.“

 

Seyîdxan Kurij – 14.10.2010 – Köln

Back to top button