Nivîsar

Bi zorê seyîdkirina Bedîuzeman Seîdê Kurdî?

 

Li vir ne ku ez ustad bidim nasîn, ji ber ku mijara me cuda ye, lê bi kurtî; Ustad Bedîuzeman Seîdê Kurdî, kurdekî alim û zana ye.  Ustad di 1878an de li bajarê  Bedlisê ya Kurdistana bakur  ji dayik bûye, di  1960an de li bajarê Ruhayê wefatkiriye. Tefsira Qur’ana  pîroz ya bi nav û deng pirtûkên  “Risaleyê Nûr”  nivisandiye.  Du serdemê Seîdê Kurdî heye; jiyana Seîdê Berê û jiyana Seîdê Nû. Jiyana Seîdê berê bi siyasetê xîzmeta Îslamê dikir, ji bo ku gelê Kurd pêşkeve zêde zêde qala mafê Kurdan dikir, mêzekir ku bi siyasetê bi sazûmana Tirkiyê re baş nabe, metoda xwe gûherî  bi metodeke nû dest bi xizmeta Îslamê kir. Gûherîn ne fikrî  û ne ramanî  bû, tenê metod gûherand. Jixwe Bedîuzeman di jiyana xwe ya Seîdê Nû de, dibêje: “Ez li pey ramana Seîdê yê Berê me.”

Pir weşanxane hene lê pirtûkên Risaleyê Nûr tev tehrîfkirine û weşandine. Yên ku Risaleyê Nûr tehrîf nekirine Weşanxaneya Zehrayê û Tenvir e. Ev herdu berhemên Bedîuzeman rast dane weşandin. Weşanxeneyê ku Risaleyê Nûr tehrîfkirine kurdayetiya Bedîuzeman Seîdê Kurdî qebûl nakin. 

Piştî mirina Ustad Bedîuzaman Seîdê Kurdî, hinek telebên wî! dest bi gûhertina Risaleyên Nûr kirin. Li ser Risaleyên Nûr leystin û tahrîf kirin: Çiqas bijeyên ku di Risaleyên Nûr de “Kurd”,   “ Kurdistan,” “ Seidê Kurdî,” “ ez kurd im,” … hebûn  ji Risaleyê Nûr derxistin,  car jî ne van tenê  risaleya ku  “ Behsa Munafiqan” dikir wê jî ji pirtûkên Risaleyên Nûr derxistin. Derxistin jî dilê wan rehet nekir çiqas berhemên yê Seidê Berê hebûn tev veşartin, nedan xwendin an jî ji risalê nehesibandin.

Sedema gûhertinê/tahrîfkirinê jî  ji telebeyên xwe re wiha şîrove dikirin, digotin  “Ustad gotiye ‘bi tevgera erînî  bimeşin’.”  Qaşo  rêgeza  ustad  “tevgera erînî ” ji xwe re kiribûn  destûr.  Ji aliyek din ve jî digotin “Ustad mehdî ye, Seyîd e, ji ehlê Beytê ye, ne kurd e” wiha ders didan telebeyên xwe,

Gotina ku ustad di pirtûka Risaleyê Nûr de gotiye “ez ne seyid im, him maddî û him manewî ne ji ehle Beytê me, ez xwe seyid nizanim”  jî warisên wî! van gotinan şîrove dikirin û digotin “ Ustad çiqas her wiha bibêje jî  lê seyîd e, çiqas gotibe ez kurd im jî lê bi eslê xwe seyid e” bi vî awayî tim heşê telebeyan tevlihev dikirin.  

Li gor telebeyên Risaleyê Nûr  jî  “ew kek/kekobûn, tene keko dizanin, ku keko kiribe hîkmetek tê de hene…” çimkî Kek pîroz in!,  telebe jî bi gotinê wan wer bawer dikirin.

Car jî  ji ber  ku telebe bi wan bawer bibin gotînên  xwe qaşo bi Seîdê kurdî ji Hulusî  Yahyagîl re gotiye “ Tu û ez em herdu seyîd in.”  Ji Osman Çalişkan re jî “birayê min ez him Hesenî me, hîm jî Huseynî me,  gotînên Ehmet  Feyzî  tev  dîpejrînim.”   

Ustad  di risaleyê de gotiye “ez bi maddî û bi nesebî  ne seyid im” paşê jî çawa ji telebeyên xwe re bibêje “ ez seyid im an jî ez ji Ehlê Beytê me”

Ev gotinan  li dijî hev in û bervajî ye jî. Çawa ustad di risaleyê de binivîse “ez ne seyid im” paşê jî ji telebeyan re bibêje ez seyid im” aqil û heşê mirov nagire. 

Ustad di risaleyê de gotiye, ez bi wî bawerim û rast dibînim. Gotinên ku dibêjin “ustad seyid e, ne Kurd e” tu rastiyeke û bingeha wan tuneye.

Bi rastî jî gotînan ku telebeyên wi angaşt dikirin tev bingeha wan tunenin. Çimkî ku Ustad seyîd biba  seyidîtiya xwe înkar nedikir û venedişart wê bigotana “ez seyid im”

ÇIMA SEYÎDKIRINA BEDÎUZEMAN SEÎDÊ KURDÎ?

Sedemekî ev e ku her çiqas telebeyên wi! digotin/gotibûn  “Bedîuzeman Seîdê Kurdî seyid e” jî lê xwendevanên Risaleyê Nûr di risaleyê Nûr de  didîtin ku “Ustad Kurd e,”  hêdî hêdi  kurdayetiya  Bedîuzeman dipejirandin. Û seyiditiya! Ustad  di nav cemeetên Risaleyê Nûr de dihat ji bîrkirin û li holê radibû û wenda dibû.

Yê din jî dewleta kûr bi salan dixebite ku Kurdan bike Tirk, ji xwe li gor  Tirkiyeyê Kurd tunenin, ku hebin jî Kurd ji bi eslê xwe  Tirk in.  Nûrciyên! Tirk yê nîjadperest! bi salan digotin Bedîuzeman Seidê Kurdî ne Kurd e, Bedîuzeman Tirk e. Mêzekirin ku Seîdê Kurdî nikarin bikin Tirk, an pere nake û angaştên wan berhewa diçin, paşê jî helwestên xwe gûhertin û dibêjin “bila Bedîuzaman Seidê Kurdî ne Kurd be,  çi dibe bila bibe.”  

Ev şaşî û zilimkarî hina jî berdewam e. Cemaetên Nûrciyên! Tirk jî şopa dewletê dajon. Ji ber van sedeman, Seidê Kurdî  Kurd qebûl nakin. Ev helwesta bi rastî ne pejirandina Kurda ye û ne tehamula Kurda ye.

Ya dawî, Ahmet Akgunduz  giregirên cemaetên Nûrciyan  da pey xwe û di civinê de li pêş çapemeniyê angaşta xwe diyarkir. Ahmet  Akgunduz jî  lêkolîna! xwe ya  “Şecerê Ustad!” derxist holê,  qaşo lêkolinek rast û li ser neseba ustad pir şixûliye û lêkolîn kiriye! qaşo şecera ustad derxist holê ku “Bediuzeman Seyid e!”.  Di mehekî de daxuyaniya Ahmet Akgunduz û daxuyaniya wezîrê perwerde yê Tirkiyeyê Omer Dinçer li bajarê Çewligê gote “Zimanê Zazayan ji Kurdî cuda ye, di bin bingeha Kurdî de nabe.”   Ev  herdu daxuyanî ji hev ne dûr in û ne ji safiyane hatine gotin di. Di vê pêvajoyê de armancekî veşartî heye. 

BI RASTÎ EV ANGAŞTA AHMET AKGUNDUZ MA NÛ YE?

Îdîaya Ahmet Akgunduz ne yê niha ye,  îdeaya berê ye û ji berê ve têgotin. Her kes dizane ku “Ahmet Akgunduz” bi salane ku “Bedîuzeman Seîdê Kurdî” Kurd qebul nake û Kurd nahesibîne, Ahmet Akgunduz nijadperestî Tirk e. Ahmet Akgunduz ji Diyarbekirê ye lê ji Tirkmenên Diyarbekirê ye. Tim jî li dijî Kurdayetiyê dişxule.

PİSPROR LÊ ÇIMA BI LÊKOLÎNÊ EŞKERE KIR KU “ BEDÎUZEMAN SEÎDÊ KURDÎ SEYÎD E”?

Bedîuzeman jî alîmekî Kurd e  û bi navdar e, li gorê Ahmet Akgunduz “alimekî wiha û giregir ji Kurdan nabe!” angaşta xwe diyarkir ku angaşta seyîdiyetiya Bedîuzeman berdewam bike, heşê hezkiriyên Bedîuzeman û telebeyên wî tevlihev bike. Ji ber ku dixwaze derewên xwe yê pûç heta 5-10 salên din jî berdewam bike. Ji xwe xuya bû ku warisên! Bedîuzeman Abdullah Yegin, Mehmet Firinci û Husnu Bayram li wir bûn û ji daxuyaniya Ahmet Akgunduz pir bi kêfxweş bûn. Çimki ji bo wan seyîdkirina Bedîuzeman pir giringe.

SEYÎD KU Lİ KÎJAN HEREMÊ HEBİN, KURD TEV WAN NAS DİKİN

Xuya ye ku pispor Ahmet Akgunduz  pir şixûliye û hewl daye ku angaşta xwe rast bike, lê ji wan re pir girînge, ji ber ku Bedîuzeman Seidê Kurdî ne Kurd be. Her tişt her rê ji wan re mubah e. Herkes dizane ku seyîd an Şerîfî li ku hebin, eslê wan wenda nabin, ku seyîd li ku hebin gelê wê dewerê wan nas dikin,  hurmet û rêza xwe jî re digrin. Em dibînîn ku lî herêma der û dora gundên Norsê tew yek jî malbata Ustad re nabêje ku Bedîuzeman Seidê Kurdî seyîd e an şerîfî ye.

Car jî Bedîuzeman Seidê Kurdî di rîsaleyê de pir caran gotiye “ Ez bî nesebî ne seyîdî im ez bi manewî seyîd im, ez bi manewî jî ehlê beyttê me.” Tenê nûrciyên! Nîjdperestên Tirk wî îdîayan dikin, û angaşta xwe jî berdewam dikin.

Ahmet Akgunduz tenê ji bo ku angaşta xwe ji cemeeta Nûrciyan û gel re bide pejirandin, şecere li gor raman û dîtina xwe lêkolîn kiriye, lîkolîna wî jî lê çîqas rast e.

 Ahmet Akgunduz gotiye “ Mîrza (navê bavê Bedîuzeman Mîrza ye) ji ber ku leqeba Hz. Alî Mûrteza biye, Mîrza ji Mûrtezayê tê, Mûrteza gûheriye biye Mîrza.” Telebeyên Bedîuzeman Abdulkadir Badili jî bersivekî xweş  daye Ahmet Akgunduz, ji niha ve pûçeyekî ji şecerê derxist holê, û gotiye  “bi rastî Mîrza ji mîrîtiyê tê. Tu pêwendiya Mîrza û Mûrteza bi hev tuneye….”

Di Risaleyê Nûr de gelek gotin hene kurdayetiya Bedîuzeman nîşan dike lê ez çend gotinên Bediûzeman Seîdê Kurdî di pirtûka Risaleyê Nûr de mînak bidim we:

“ Ez kurdekî ji rêzê me…..” 2

“ Ez Kurdekî nexwenda û bedewî me…”3

 “…. Ez ne seyid im, mehdî jî  wê ji Alê beytê be”4

“Yê ku  ne seyid be,  ku bibêje ez seyid im, yê ku seyid be jî bibêje ez seyid im, her du jî guneh e, çawa ku duhul û huruc heram e….”5

Paşa Amedî

[email protected]

———————————————–

1- – http://www.risalehaber.com/said-nursinin-soy-agaci-fazla-desilmemeli-166000h.htm

2- B.S. Nursi  İçtima-i Dersler,  R. 161, Zehra Yayıncılık 

3- B.S. Nursi İçtima-i Dersler,  R. 161, Zehra Yayıncılık 

4- B.S. Nursi  İçtima-i Dersler  R.146, Zehra Yayıncılık 

5- B.S. Nursi  Muhakemat,  R. 46 Zehra Yayıncılık 

 

Back to top button