CivakPolîtîk

Bi zordariyê erebkirina Kerkûkê nayê qebûlkirin

Serok  Barzanî ligel kesayetiyên navçeya Sergerdan a Kerkûkê civiya û di wê civînê de ragihand ku gelê Kurdistanê li pişta wan e û proseya bi erebkirina navçeyên wan û zordariya li xelkê Kerkûkê bi giştî qet nayê qebûlkirin.Roja Pêncşema 18-1-2018ê li Selahedîn Serok Barzanî pêşwazî kir li kesayetiyên navçeya Sergerdan a ku Heşda Şeibî û hêzên Iraqê li wir bi erebkirinê dikin.Di wê hevdîtinê de, kesayetiyên Sergerdan dilgiraniya xwe ya xelkê navçeya xwe li hemberî proseya bi erebkirinê gihandin Serok Barzanî û behsa rewşa navçeyê û awayê bi erebkirinê di dema rêjîma Beis û niha jî, kirin.Herwiha jibilî ku piştevaniya xwe ji bo Hêzên Pêşmerge nîşan dan, daxwaz kirin ku Serok Barzanî sînorekî ji wê proseya bi erebkirina navçeya Sergerdan û çend navçeyên din re deyne.Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî jibilî ku amaje kir bi proseya bi erebkirinê di dema rêjîma Beis de, ragihand ku ew prose zilm û zordariyeke mezin e. Heriwha got ku xelkê Kurdistanê xwedî exlaqeke mezin û kiltûreke dewlemend in bi rêzgirtina li netewe û olên din û qet jî xelkê me naxwazin pirsgirêkên siyasî yên ligel hikûmetan bibe sedema nakokî û şer di navbera neteweyan de. Lewma jî bi erebkirina navçeyên Kurdistanî proseyeke metirsîdar e li hemberî xelkê wan navçeyan.Serok Barzanî ji şanda mêvan piştrast kir ku gelê Kurdistanê dê her li pişta wan be û dê hemû rê bên bikaranîn ji bo ku ew proseya nemirovane li navçeyên Kurdistanî bê rawestandin û rewş veger wek berê, ji ber ku bi erebkirin û zordarî û binpêkirina mafê xelkê qet nayê qebûlkirin.Di dawiyê de Serok Barzanî spasiya xoragiriya xelkê Sergerdan û navçeyên din ên Kurdistanî kir û daxwaz ji wan kir ku moralê wan bilind be û hêviya wan qût nebe. Herwiha tekez kir ku li hemberî wê zilm û zordariyê û bi erebkirinê û xweferizkirinê dê qet bi tenê nemînin. 

Back to top button