Civak

Bi biçûkxistina Êzdiyan şermezar kirin

Piştî Viyan Dexîl Parlementerê berê yê Iraqê, Wezareta Rewşenbîrî, Geştuguzarî(Turizm) û Şûnewariya Iraqê jî li daxuyaniyek de biçûkxistina pêkhatên Êzdî li Iraqê şermezar kir.

Li zincîre dramayeke komedî “Binc Am”, ku li kanala “UTV” ya Iraqî de tê weşandin, li beşek de behsa revandina jinên Êzdî kiribû û bername rûbirûyê rexneyan bu û çalakvanên Êzdî wê bernameyê bi biçûkxistina bi pîrozên ola wan û Êzdiyan dabû zanîn.

Wezareta Rewşenbîriya Iraqê li daxuyaniya xwe de daxwazê kiriye li karên hunerî da pêkhatên xwazeyî yên civaka Iraqê li ber çav bigrin û bi tu awayekî nabê biçûkxistina ol û pêkhatên civakê bêkirin.

Berê jî Viyan Dexîl xanima Parlementerê berê yê (Êzdî) li nav Parlementoya Iraqê, li beyannameyek da rexneyeke tund li derhênerê wê bernameya komedî girt û ragihand, lêpirsînê li dijî derhêner û akter û berpirsên wî kanalî li dadgehê tomar dike.

Viyan Dexîl ku niha Peyvdara Baregeha Barzanî ye, ragihand ew bername bi awayeke ne hêja û ne rast û bazariyane muamele li gel êş û janên xelkên Êzdî kiriye.

Back to top button