CivakRojev

Bi minasebeta salvegera şehîdkirina Şerefkendî

PSKê bi minasebeta salvegera şehid kirina Sekreterê Giştî a Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDKÎ) Dr. Saîd (Sadiq Şerefkendî) peyamek belav kir.

PEYAM:

Dr. Saîd Nemir E

28 berê niha, Sekreterê Giştî a Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDKÎ) Dr. Saîd (Sadiq Şerefkendî) li Berlînê paytexta Elmanyeyê kete ber êrîşa terorîstên ser bi Cumhuriyeta Îslamiya Îranê û ligel du endamên tekoşer, rêvîngên rêbaza Pêşava Qazî Fetah Abdulî û Humayun Erdelan şehîd bûn.

Dr. Saîd paş şehîd kirina Dr. Qasimlo bibû Sekreterê Giştî û ketibû bin barekî gelek giran. Dr. Saîd hevrêyê dilsoj û dêrînî Şehîd Qasimlo, rêvîngê rêbaza Pêşava û şehîdên Kurdistanê bû û ligel hevalên xwe yên serokatiya HDKÎ nehiştin alayê xebata Qasimlo bikeve erde û paş şehid kirina Qasimlo bêhêvitî û belavbûnê di nav rêza xebatgerên HDKÎ da belav bibe.

Dr. Saîd jî herwekî şehîd Qasimlo girîngî dida xebata demokrasî û hevkariya hêzên demokratên îranê û di civînekê da, ku bona vê armance hatibû amade kirinê, kete ber êrîşa terorîstê û bûye yekek ji serkêşên karwana şehîdên Kurdistanê.

Dr. Saîdê akademîsyen û nivîskar her usa gelek girîngî dida hevkariya hêzên her çar parçeyen Kurdistanê û dostê dilsojê partiya me bû.

Em carekî dinê teror kirina Dr. Saîd û hevalen wî ji aliyê rejîma Cumhuriyeta Îslamiya Îranê ve mahkum dikin.

Em pistrast in û heya îro hatiye selmandin, ku hevsengerên Dr. Saîd alayê xebata wî her tim bilind ragirin.

Dr. Saîd û hevalen wî û hemu şehidên Kurdistanê nemir in, ruhên wan şad bin.

16 Îlon 2020

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistanê

Back to top button