PolîtîkRojev

Serokê Kurdistanê û Cîgirê Serok Wezîr civiyan

Piştî nîvroya îro çarşem 16/09/2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Qubad Talebanî Cîgirê Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê kir.

Li civînê de ku birêzan Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê amade bûn, birêz Cîgirê Serok Wezîr bi kurtî di derbarê berev pêşveçûnên guftûgoya Hewlêr – Bexdayê de axivî û tekez li ser ewe hatiye kirin ku Herêma Kurdistanê pêgir dibê bi wan hemû kêşeyên helawestiyên li gel Bexdayê û li ser bingeha destûrê çareser bike.

Rewşa siyasî û aborî û hengavên rûbirûbûna pejika virusa Korona, çend mijareke dinê civînê bûn ku têda birêzan Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serok Wezîr tekez li ser pêwîstiya hemahengiya zêdetirê di navbera aliyan û tebayî ya ji bo derbaskirina kêşe û qeyranan kirin.

Back to top button