Bi minasebeta 78mîn salvegera PDKê
Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê di salvegera 78ê ya damezrandina xwe de peyamek parve kiriye û amaje kiriye, “Bîranîna damezrandina PDKê tenê bîranîna partiyeke siyasî nîne, belkî bîranîna hizirek û rêbazekê ye, ku hem pêngaveke giring û bêhempa bû di dîroka bizava rizgarîxwaziya Kurdan û xebata nejibîrkirî ya gelê me e, hem jî pêdivîtiyeke dîrokî bû ji bo bidestxistina hez û armancên gelê me.”
Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di salvegera 78ê ya damezrandina xwe de peyamek parve kir û tê de amaje da, “Îro heftê û heş sal bi ser damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê re derbaz dibin, ku li 16ê Tebaxa sala 1946ê, di nav tarîtiya zilm û stem û zemanê pirî derdeserî yê wê demê de û di werçerxaneke dîrokî de, Partiya Demokrata Kurdistanê hat damezrandin û serkêşiya xebateke berdewam pêxemetî azadiya gel û ax û niştîmanî bi stûyê xwe ve girt û ji hingê heta niha, li sengerê pêşiyê yê qurbanîdanê ye û bûye nasnameya Kurdîniyê û qonax li dû qonaxê, li dû şert û merc û derfetan gelek destkeftî ji bo gelê Kurdistanê bi dest xistine, ku îro em bi şanazî ve li bîr tînin.”
Di pareke din a beyannameya Mekteba siyasî ya PDKê de hatiye, “Bîranîna damezrandina PDKê tenê bîranîna partiyeke siyasî nîne, belkî bîranîna hizirek û rêbazekê ye, ku hem pêngaveke giring û bêhempa bû di dîroka bizava rizgarîxwaziya Kurdan û xebata nejibîrkirî ya gelê me de, hem jî pêdivîtiyeke dîrokî bû ji bo bidestxistina hez û armancên gelê me.”
Çavkaniya navbirî herwesa gotiye, “Zincîra xebata berdewam a çekdarî û siyasî û diplomasî û medyayî ya partiya me di qonaxên cuda cuda yên tekoşanê de li serdemên şahîtî û komarî û herwesa di şoreşên Îlona Mezin û Gulanê û Serhildana Adara 1991ê de û, hemî ew destkeftiyên di wî karwanê berdewam de bi cih hatine, şahidên wê yekê ne ku PDK hêzek û rêkxistinek û bizaveke pêşeng û xweragir bûye bi cemawer û tevaya tex û çîn û pêkhateyên neteweyî û olî û mezhebî yên Kurdistanê, herwesa bi canê Kurdînî û Kurdistanî û çanda diyalog û biratî û pêkvejiyanê li ser astê navxwe û parçeyên din ên Kurdistanê kar kiriye, ji bo bidestxistina armancên neteweyî û niştîmanî û biserxistina doza me ya rewa û dabînkirina mafên me.”
Wê beyannameyê tekez jî kiriye, “Îro ku bîranîna serbilind a 16ê Tebaxê ye, gelê me gelek qonaxên dûr û dirêj birîne û ji bi sedan evrazî û nişîviyên din derbaz bûye û gelek mîn û pilan pûç kirine û bi hêvî ve berê xwe dide paşeroj û asoyekî geş.” Herwesa ron jî kiriye, “PDK ku ew hemî pilan û xedir lê hatin kirin, wekî pêşenga Kurdînî û xweragiriyê, wekî herdem swara xweragir a meydanê ye û helwestên wê yên siyasî û xweragirî û bergiriya merdane ji ax û maf û gelê Kurdistanê, zêdetir cih û navdariya wê li ser hemî astan bihêztir kiriye û bernameya wê ya niştîmanî û avedanxwaziya wê jî cihê hêviya cemawerî ye, mukomiya rêzên navxwe jî wesa kiriye ku ehlê wê serkêşiya sext û dijar be.”