Bi kî re mizakere
Lê pirsgirek ewe ku li hemberî hikumetê aktorek tune ku mizakere bike. Ne tenê siyaset PKK yek ‘yek’ jî tune. Jixwe li paşiya bûyerên dawî jî ev mesele heye. Li hemberî dewletê wê kî bibe mixatib? Jixwe di heyama ku mizakereyên MİT-PKK derketin holê û tu pirsgirêk çênebû de, meseleya bingeh eve. Wê mixatab kî be?
Hûnê bi kî re biaxivin? Pirsgirêk ne ewe ku kî PKK temsil dike, pirsgireka bingeh, kî PKK qontrol dike? Ji bo xilas kirina teror, di şertên normal de divê bi kesên ku PKK qontrol dike re lihevkirin bê kirin. Lê ew kiye? Kî vê yeke dizane? Karayilan, Bayik, Karasu ye? An TAK e? Ez bawerim ku dewletê dixwasta ku bi Öcalan re bi mizakereyan vê pirsgirekê çareser bike.
Di qada siyasete de çav vedigerin li ser BDP ê . BDP bi biryarek rast vegerî meclise. Dema siyaset dibe mevzûbehs, herkes ji BDPê hêvî dike ku rolek navendî bilîze. BDP ji aliyekî ve dikare pêşiya pêşvekirina demokratîkî veke û hikumetê biwêrek bike, ji aliyê din ve di mijara çek berdanê û ji welêt derxsitina endamên rêxistinê de dikare navbeynkarî bike.
Lê em zanin ku BDP ne aktorek serbixwe ye ne jî niyeteka wê ya wisa heye. Di bin bandora hêzên biçek de lîstoka siyasete dilîze. Ji bo wê siyaset ne di rêza yekemin de ye û ji bo çareseriyê jî baweriya wê li siyasete jî tune. Bêguman bi vî halê xwe jî parçeyekê tevgera siyasî ya Kurdan e, lê parçeyek bêbandor e. BDP him di mizakereyên çareseriyê rolek erênî ne lîst, him jî bi vî halê xwe siyasete bêşixsiyet dike.
Di daxuyaniya duh de jî kifş bû. Hewl dide ku hebûna xwe li ser tekoşîna li dijberiya AK Partiyê çêke. Ji yên ku birastî bixwazin meseleya Kurd çareser bikin re, heke AK Partî naqoqiyek bingeh xwiya dike, ev yek pirs girêke. Tişta ku partiyên weke BDP bikin ewe ku, ne bikeve dijbertiya partiya îqtidarê, divê di rêya çareseriyê de çareserî û siyasete geş bike.
Tevî gotina serokwezîr ya ‘Bi terör re micadele, bi siyasete re mizakere’ ji bo demek dirêj divê li benda çareseriyê neyê mayîn. Ev hemû dîmenên tund û bê qontrol dibe ku îradeya AK Partiyê asteng bike û hêviya çareseriyê rake refê.
Dibe ku li derdorên hikumetê dîtinek wisa derkeve pêş. ‘ ev çend salin em Îqtidarin, hêj jî alternatîfa me tune. Terör jî ne bi AK Partiyê hatiye. Civat çend sale bi terör re dijî û hîni vê bûye. Hêj jî em ji Kurdan jî ji sedî 50 ray distînin. Dîsa çend salin partiyên Kurdan ji sedî 5-6 distînin. Em îradeya çareseriyê deyninin an jî tu tiştî nekin jî rewş naguhere. Herwiha ne hewceye em destê xwe bixin bin kuç.’
Heke di AK Partiyê de ev fikir derkeve pêş, ji bo çareseriyê îradeya çareseriyê nayê nişandan. Heke ev pirsgirêk ji bo hemû kesan re nebe êş û elem, çareserî jî nayê. Heta ku herdu al meseleyê îdare bikin, ji bo guhertinê xwe nayêxin talukeyê.
Heke AK Partî û BDP vê rewşê weke ‘tê rêvebirin’ bîbinîn xeletin. Gel berteka xwe him ji bo kesên ku buyeran diderêxin, mamosteyan direvînin, êrîşên li ser sivîlan dikin re nişan dide, him jî yên van bûyeran nadin seknandin re jî amade dike. Polîtîqaya tundiyê ya PKK zererê dide qanûnîbûna BDP jî. Çalakiyên sivîl, tekoşîn, bertek mezin dibin.
Encam: divê di demek zû de tevgera Kurd ya siyasî mixatabek ku bikare xebatên aşitiyê rêve bibe û tundiyê qontrol bike deyne holê. Divê hikumet jî daxwazên Kurdan –mixatab hebe an tube be- bîne cîh. Mixatabê mizakereyên siyasî yê rast gel bixwe ye.
İhsan Dağlı
|
www.xeberenkurdi.com