Bi gefan dixwazin hêviyên kurda têkbidin
Endamên kongreya Amerika di derbarê referandumê û pişgiriya Kurdistanê de daxûyaniya didin û bi awayekî helwesta xwe didin xûyakirin û bi vê helwestê jî guvaşekî li siyaseta hukumeta Amerika di derbarê Kurdistanê de dikin.Ji endamê kongresa Amerika Trent Franks jî yek ji wan kesane ku pişgiriya Kurdistanê dike.Franks di daxûyaniyekî de dibêje: Li hemberî Kurdistaneke azad û serbixwe gef û hewldan hene ku dixwazin hêviyan têkbibin.Bedewamiya daxûyaniya xwe de Trent Franks got: Çar dewletên herêmî, li ser Kurdistaneke azad û serbixwe tehdîdekin. Gelo dê cîhan çavê li ser gefên dorpêçkirin û midexaleyên serbazî bigre? Pêwîst e ku Amerîka serkêşiya cîhanê bike ji bo berevanîkirina wan welatên ji ber diyarkirina çarenivîsa xwe gefan li wan têne kirin.Kongirêsmanê Amerîkî, Trent Franks beriya niha projeyasayek derbarê Kurdistanê de pêşkêşî kongirêsa welatê xwe kir, ku têde daxwazê dike, Amerîka piştevaniya referandum û serxwebûna Herêma Kurdistanê bike.