Kultur

Bi Evdile Koçer re li ser çîrokên kurdî

 

Nivîskarê kurd Evdile Koçer di Kurd-Kavê de li ser çîrokên kurdî biaxive, rêvebirê civînê Alî FÎkrî Işik jî di pêvajoya edebiyata kurdî de çîrokên kurdî binirxîne. Piştî axaftinan wê Evdile Koçer ji pirtûka xwe ya nû “Pêlava Birîndar” çîrokên xwe yên nû bixwîne; bi kurteçîrokên xwe ve behsa birînên civakê, şopa şer ya ku li ser rihê însanan dihêle bike û xwendevanan ber bi xewn û xeyalên zindî û parçebûyî ve bikişîne.

Evdile Koçer di dawiya bernameyê de jî wê ji xwendevanên kurdî re pirtûka xwe ya dawî “Pêlava Birîndar” îmze bike.

Roj: 27.11.2010, Şemî,

Seet: 15.00

Cîh: Salona Civînê ya Kurd-Kavê

 

KURD-KAV
Weqfa Lêkolînî  û Çandî ya Kurdî
Kürt Kültür ve Araştırma Vakfı
TARLABAŞI BULVARI ÇORBACI SOK. NO: 13
TAKSİM-BEYOĞLU/İSTANBUL

TELEFON
00 (90) 212.237 10 61
00 (90) 530.821 00 62
[email protected]

———
Evdile Koçer kî ye?

Di sala 1977’an de li Sêrtê hatiye dinyayê.
Heyamekê li Zanîngeha Uppsalayê ya li Swêdê li ser ziman û wêjeya kurdî ders wergirt.
Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovar, rojname, antolojî û malperan de derketin.
Her wiha çîrokên wî wergeriyan ser gelek zimanan.
Bi navê “Govendistan”, “Mirin”, “Koçername” û “Pêlava Birîndar” çar pirtûk nivîsandine.

Back to top button