Polîtîk

Berendamê kurdan Hişyar Zêbariye

Serokê Iraqê ji rojnameya ElşerqElewset re da xuyakirin, ku Hişyar Zêbarî ev posta han di dema derbasbûyî de bi astekî bilind bi rêve biriye û gerek ew di vê derbarê de bitê xelatkirin.
Di vê dîdara xwe de ya bi rojnameya ElşerqElewset re serokê Iraqê Celal Talebanî weha jî da xuyakirin, ku kurd her daxwaza wezareta derve dikin û kandîdê wan ê ji bo vê postê her Hişyar Zêbarî ye.

Nûçeyek weha jî hatibû belavkirin, ku hevgirtina fraksiyonên Kurdistanî li şûna wezareta derve daxwaza wezareta petrolê dikin, belê serokê Iraqê da xuyakirin, ku ev nûçe jî ne rast e.
Pêdivêyî nîşandanê ye, ku serokê Lîbiya Mu`emmer Qeddafî jî daxwaz kirbû, ku Hoşyar Zêbarî bibe sekreterê giştîyê Kombesta Erebî (Camî`eya Erebî).

Back to top button