Nivîsar

Bi derew û tehribata 43 sal derbas kir!

Gelek vekirî têzanîn ku berpirsên PKKê di daxûyaniyên xwe de, li çavê miletê Kurd dinêrin û derewa dikin. Dema li himber van derewan aliyên siyasî, siyasetmedar yan jî rewşenbîr bê deng dimînin, beşek ji civatê welê têdigihê ku ew rastiyê dibêjin. Herweha piştî demekî berpirsên PKKê bi xwe jî derewên dikin weke rastiyekî dipejirînin. Sedemê vê yekê bê dengiya aliyên siyasî ye. Gelo ma ne erkê aliyên siyasî ye ku, civata kurd li himber derew û dezenfarsona biparêze?

Ji berpirsê PKKê Duran Kalkan bi minasebeta salvegera PKKê nivîsek nivisiye . Di beşek nivîsa xwe de dibêje: Beriya her tiştî bi PKK’ê re koletî bi dawî bû, azadî bi ser ket. Derew û şaşitî ji holê rabû, rastî û rasteqînî serwer bû. Kesayet û civaka Kurd her cûre paşverûtî hilweşand û gihîşt asta jiyaneke azad û xwedî îrade. Li Kurdistanê di bin zordariya qirkerî-mêtingerî-faşîzmê de pêşî li tunebûna neteweyî hate girtin, li ser xeta Apoyî dîroka jiyan û jinûve hebûna azad a gelê Kurd hate destpêkirin. Li Kurdistanê vejîneke azad û jinûve avabûna rasteqînî dest pê kir.(ANF)

Her insanek ku rojekî li Kurdistanê jiyîya jî dizanê ku Kalkan derewa dike. Gelo kengê kurd ji koletiyê azad bûne? Di bingehê xwe de, PKKê ramana azadiyê ji nava kurda rakiriye û cıvata kurd tevlîhevkiriye û her li dijê nirxên netewî şer kiriye. Bi PKKê derew, şaşitî di nava cıvata kurd de belav bûye û baweriya insana bi hev nemaye . Tu cara endamekî PKKê nikare behsa Îradeyek azad bike. Ji ber ku wan îrada xwe bi belge radestî Ocalan kirine. PKKê tu beşek a Kurdistanê azad nekiriye. Tişta ku, di bin îdeolojiya PKKê de wek deverek azad didin xûyakirin rojavayê Kurdistanê ye. Ew jî PKK hewldide ku çekdarên xwe cardin bikin milisên rejima Esed û li dijê Kurda şer bikin. Di vê derbarê de daxûyaniya Cemil Bayik gelek vekirî ye û dibêje  ku“Pkk nikare xiyanetê li Esed bike“ Li rojavayê Kurdistanê navê Kurdistanê û Ala Kurdistanê qedexeye. Ka dê mirov çewe behsa parastina nirxên netewî bike.

PKK zimanê Kurdî ji xelkê da bîrkirin. Kurdên ji beşên din yên Kurdistanê ku tevlî PKKê bûyin hemû hînê zimanê Tirkî bûne. Lê Duran Kalkan bi xwe eve 43 sala hîne zimanê Kurdî nebûye. Veca dê çewe nirxê netewetiyê biparêze?

Di beşek din nivîsa xwe de Kalkan dibêje: Têkoşîna Azadiya Kurdistanê sal çûyî bi berxwedana xwe li cîhanê pir berbelav bû. Ji Asyayê heta bi Efrîka, Emrîka û Ewroayê çû, gihaşte hêzên çepgir-sosyalîst, jin û ciwanan, karker û kedkaran. Rastiya me ya Rêbertî hem ji aliyê çalakî û berbelavbûna parastinan ve ango ji hêla hêza fikrî ve û hem jî bi çarçoweya pêngava azadiyê ya Rêber Apo li hemû cîhanê belav bû, ji hêla mirovahiyêve hate naskirin, ji bo ku azadiya fizîkî têkoşî bû têkoşîneke cîhanî.(ANF)

Kalkan di keştiyek xeyalî de behsa hinek tişta dike ku ew bi xwe jî pê nebawere. Raste her demî PKK îdeolojiyek çepgîr a destê duyem tevgeriya ye û ev misîbata anin sere gele Kurdistanê jî encama vê îdeolojiya xirab e.  Mademkî ji Asyayê heta Efrika ji Amerika heta Ewropa PKK civat azad kirine, gelo ji bo çi gündeki li bakurê Kurdistanê azad nekirine.

Duran Kalkan beşek din nivîsa xwe de dibêje: Weke tevgera PKK’ê em bûn hedefa êrişên rêxistinî, plankirî, herêmî û global ên ji bo tunekirin û tasfiyekirinê. Hêza ku ev êriş bi rê ve bir jî faşîzma AKP-MHP’ê ye. Dîktatoriyeke bi vî rengî ya faşîst jî hewl da ku PDK weke parçeyek ji êrişên xwe yên plankirî bi kar bîne. Naxwe ew jî pê dizanin dema ku PKK nebe, qels bibe ew ê jî nebin. Dizanin ku êriş ne tenê li ser PKK’ê, di serî de li ser Kerkûkê li ser wan e jî. Dixwazein PDK’ê bêhtir bikin noker. Rêveber û generalên TC’ê jî aşkere dikin ku bi vê armancê nêzîkatî li Kurdan dikni. Li ser vê mijarê tiştekî ku nayê zanîn nîn. Li gel vê jî PDK we seriyekî vê êrişkariya faşîst-qirker, dûvelingê wê û çengê wê yê pêşî tevdigere. (ANF)

Kalkan cardin êrîşê PDKê dike û wan bi hevalbendiya dijmin itham dike. Gotinek kurdî dibêje “ Navê min li te kumê min li sere te“ PKK tişta dike li PDKê dike mal.

Di rastiya xwe de pêwîste PDK her carê derewên PKKê eşkere bike û rastiya heyî bi cıvata Kurd bide fam kirin. Dema ev yek neye kirin , derew û bebextiyên PKK li PDKê dike di nava beşeka mezin a civatê de rast tê qebûl kirin. Ev yek jî zererek mezin dide rêya dewletbûna Kurdan û xeta netewî.

Erkê her kurdek niştimanperwere, li himber derewên berpirsên PKKê rastiyê ji civatê re bêjin. Dema Niştimanperwerên Kurd vê yeke nekin, bi awayekê bê hemdê xwe dibin arikarê derew û dezenfarmasyonên PKKê.

14.11.2021

Nêrîn / Şirove

Back to top button