CîhanRojev

Filma Cîran di festivala navnetewî de ye

Fîlma “Cîran” di pêşbirka navneteweyî ya Festîvala Fîlmên  Navdewletî ya Deryaya Sor li Erebistana Siûdî de ye.

 Her sal ev festival bi prestîj li kêleka Festîvala Fîlman a Cannesê tê lidarxistin. Fîlma Cîran bi 15 fîlmên din re di pêşbirka navneteweyî ya xelata Yusr a Zêrîn a sala 2021ê de dikeve pêşbaziyê. Her sal ji bo baştirîn fîlma dirêj li paytexta Swîsre Bernê tê pêşkêş kirin. Festîvala Behra Sor di 6ê Kanûna îsal de dest pê dike û heta 16ê Kanûnê berdewam dike. Fîlma “Cîran” çîroka zarokê kurd “Şîro” yê şeş ​​salî ye.

 Bûyera Şîro, salên heştêyî yên sedsala borî de li gundekî biçûk li ser sînorê navbera “Tirkiye û Sûriyê” dijî pêktê.Behsa  Têkiliyên civakî û mirovahî yên ku beriya darbeya faşîst a Baasê li Sûriyê dike. Fîlma “Cîran” bi dirêjahiya du saet û çar deqeyan, bi senaryo derhêner û berhemhêneriya Mano Xelîl e û ji bo cara yekem stêrkên Ereb, Kurd û yên cîhanî yên weke Celal El-Tawîl, Cîhad Ebdo, Mazen El-Natûr, cih digrin û film sala 2011ê, ji aliyê Mano Xelîl ve hatiye amadekirin. 

Mani Xelil derhinêrê Filmê

Filma Cîran tevlî gelek festivalên navnetewî bûye û xelatên girîng wergirtine. Ev film bûye wek sembola filma Kurdî.

Back to top button