Parlementoya Kurdistanê di runiştina xwe xwe ya îro biryarek dîrokî wergit. Parlementoyê 22ê Nîsanî wek Roja Rojnemevaniya Kurdî ragihand. Ev piryara parlementoyê bi dengê 101 parlementerî hate erê kirin.
Parlamentoya Kurdistanê de li ser pêşneyara aliyên peyvendîdar û lijneyên rewşenbîrî û ragehandinê, piştî şêwira li gel aliyên peyvendîdar bi dengên 101 endamên parlamentoyê ve roja 22yê Nîsanê wek roja rojnamevaniya kurdî hate diyar kirin.
Pêşneyar biryar ji çar beşên serekê û sedemên derketina wê biryarê pêktê û piştî pejirandinê ji aliyê endamên Parlamentoya Kurdistanê ve di rojnameya fermî ya weqayî ya Kurdistanê de dê bê belav kirin.
Roja 22yê Nîsanê roja derketina yekem rojnameya kurdî ya bi navê Kurdistan e, ku 22yê Nîsan a sala 1898ê ji aliyê Mîqdad Medhet Bedirxan û birayên wî ve li bajarê Qahîre ya paytexta Misirê derket.