Kultur

Bi ala Kurdî beşdarî li rêwresmên Hîroşîma û Nagazakî kirin

Bi mebesta beşdarîkirina li 8. konferansa bajarên aştî û salvegera karesata Hîroşîma û Nagazakî ku 5600 bajar û bi giştî 154 welat têda beşdarî kirin. 

Şanda Kurdî ku ji Serokê Bajarvaniya Qeladizê, Ranye, Tasluce, Dûkan, Diyarbekir û Rewandiz pêkhatibûn û ji hejmareke dinê li rêxistinên dakokîkirina qurbaniyên çekên kîmyayiyê li Herêma Kurdistanê beşdar bûn.

Di vî warî de, Sîrwan Sîrînî Qaymeqamê qeza Rewandizê ku di konferansê de beşdar bû ragihand. Di dawiya daxuyaniya heştema konferansa aştiya cîhanî birgeyek li dor Kurdistanê hatiye û dibêje, di bîst û pêncemîn salvegera kîmyabarankirina Helebçe de ku hevdeme di gel bikar anîna çekên komkujî ji bo ser Yapirsê, ji bo yekem car wan trajediyayan bi nimûne tînin, ji bo bi karanîna çekê komkujî ji bo bidestxistina armanca konferansa aştiyê ya Hîroşîma, ku pêkhatiye ji nehêlana çekê atomî di cîhanê de. 

Ji aliyê xwe ve şanda Kurdî ku ji bilî Osman Baydemir Serokê Bajarvaniya Mezina Diyarbekirê bi cilên Kurdî ve beşdarbûn, alayê Kurdistanê li ser sehneyê danîn û daxwaz jî ji rêkxer û birêvebirên konferansê kir, tevaya hewlên xwe ji bo piştgîrî kirina mafên gelê Kurd bi kar bînin.

Back to top button