Cîhan

Bexda û Washington li ser nexşerêya vekişîna hêzên hevpeyman li hev kir

Îraq û Amerîka li ser diyarkirina demnameya ji bo kêmkirin û vekişîna hêzên hevpeymanan ji Iraqê û bidawîkirina erkên wê yên pêşerojê li hev kir.

Berdevkê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Orgeneral Yahya Resûl di daxuyaniya xwe ya nivîskî de, di derbarê duyemîn civîna komîsyona bilind a leşkerî ya di navbera Bexda û hêzên hevpeyman de agahî da. 

Resûl da zanîn ku di civînê de şiyan û deverên metirsîdar ên hêzên Iraqî hatin nirxandin û got, di civînên pêş de ji bo gav bi gav kêmkirina hêzên hevpeyman salnameyek bê diyarkirin û piştre jî wê bidawîkirina erkên wan bên diyarkirin. 

Yekemîn civîna di navbera Bexda û Washingtonê de ji bo vekişandina hêzên koalîsyonê di 27ê Çile de hat lidarxistin. 

Hikûmeta navendî di 25ê Çileyê de ragihandibû ku bi rêveberiya Amerîkayê re lihevkirinek çêbûye ku erka leşkerî ya koalîsyona bi pêşengiya Amerîkayê bi dawî bike û ji bo şêwirmendên koalîsyonê nexşerêyek bê danîn. 

Back to top button