Polîtîk

Bexda şer dixwaze

Endamê Serkirdatiya PDKê dibêje: “Em daxwaza gotûbêj û aştiyê ji Bexdayê dikin, lê ew daxwaza şer dike, lewma jî civaka navdewletî pişta Kurdistanê digre û guvaşê dixe ser Iraqê ku gotûbêjan bike ligel Hewlêrê.”Berpirsê Şaxa 10 a PDKê û Endamê Serkirdatiya PDKê Elî Ewnî ji malpera KDP.info re ragihand: “Destê hikûmetên Iraq û Îranê di nava xwepêşandanên Silêmaniyê de ye. Ew dixwazin bighê wê astê ku Hikûmeta Iraqê bê û bêje tevlihevî çêbûye û divê em kontrol bikin û divê em Herêma Kurdistanê nehêlin.”Ewnî wiha got: “Heyder Ebadî bi xwe jî ne di destê xwe de ye û ew di bin fermana Îranê de ye û di bin fermana lêvegera Şîeyan li Necef e, ku herdu alî jî ligel xistina guvaşan e li ser Herêma Kurdistanê. Serokwezîrê kîja welatî naxwaze welatê wî aram be?.”Elî Ewnî wiha domand: “Em daxwaza gotûbêj û aştiyê ji Bexdayê dikin, lê ew daxwaza şer dike, lewma jî civaka navdewletî pişta Kurdistanê digre û guvaşê dixe ser Iraqê ku gotûbêjan bike ligel Hewlêrê. Bexda hizir dike ku ew biser ketine û dibêjin divê em wan piştgiriyên navdewletî ji ser Kurdistanê qût bikin, ji ber ku dibînin çiqasî civaka navdewletî pişta me digre.” 

Back to top button