CîhanPolîtîk

Bexda poşman e

Endamekî Lêjneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê ragihand ku, Bexda xeletî kir û gelekî poşman bûye ku pere û budceya Kurdistanê qût kir. Herwiha endamekî Lêjneya Pîşesazî û Enerjiyê ya Kurdistanê da zanîn ku, Hikûmeta Malikî û ya Ebadî jî li ser bernameya dijayetiya kurdan û birîna qutê xelkê Kurdistanê kar dikin.Berdevkê Ofîsa Serokwezîrê Iraqê Sead Hesîdî ragihandibû: “Hikûmeta Iraqê amade ye % 17 ji budceyê Iraqê ji Kurdistanê re bişîne, lê pêwîst e Hewlêr jî rojane 550 hezar bermîl petrol bide şîrketa Somo ya Iraqê.”Derbarê vê gotina Hikûmeta Iraqê de, Endamekî Lêjneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Hakim Serhan Silêvanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev gotinên berdevkê Ebadî pir dereng hatin. Hikûmeta Kurdistanê ji meha 1ê ya heta meha 6ê bi hemû awayekî pêbendî rêkeftina xwe ligel Bexdadê bû, lê Bexda bi ti awayî bêbend nebû û mûçe û budceya Kurdistanê jê re nedişand ku ev jî neyasayî bû. Bexda xeletî kir û gelekî poşman bûye ku pere û budceya Kurdistanê qût kir.”Hakim Serhan Silêvanî wiha got: “Divê Hikûmeta Iraqê ji meha 1ê ya vê sale heta meha 6ê hemû pereyên Kurdistanê bide, ji ber ku petrol wergirtiye û ew pere deynin di histê wê de. Niha jî eger Hikûmeta Bexdê pêbendî rêkeftinê be û her meh pereyên Kurdistanê jê re bişîne, Hewlêr jî wê petrolê bide wê.”Ji aliyê xwe ve, Elî Halo Endamê Lêjneya Pîşesazî û Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Parlamentoya Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Hikûmeta Malikî û ya Ebadî jî li ser bernameya dijayetiya kurdan û birîna qutê xelkê Kurdistanê kar dikin. Lewma eger dîsa Hikûmeta Kurdistanê petrolê bide Bexdayê, ez bawer nakim Hikûmeta Iraqê pêbendî rêkeftnê bibe û sozên xwe bibe serî.” 

Back to top button