Polîtîk
Bexda êrîşa Tirkiye şermezar dike
Wezareta Derve ya Iraqê li ser bombebarana Tirkiyê ya li nav sînorê Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand: Em berdewamiya êrişan û derbasbûna Tirkiyê nav xaka Iraqê çermezar dikin.Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê de dibêje: Em bombebarana Tirkiyê ya ser gundên sînorê navçeya Soranê şermezar dikin, ku ji ber bombebaranê hejmarek welatî şehîd bûn.Wezareta Derve ya Iraqê destnîşan kiriye: “Derbasbûna nav axa Iraqê, xizmeta berjewendiyên navbera Tirkiye û Iraqê nake.”Herwiha di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin ku “Bexda li dijî hebûna her hêzekê ye ku ji axa Iraqê ve li dijî welatên cîran çalakî pêk bînin”.