Fuad Hussein Wezîrê Derveyê Iraqê eşkere kir, biryare meha bê Mistefa Kazimî Serok Wezîrê Iraqê serdana Parîsê bike û li gel berpirsên welat nirxandina bihêzkirina peywendiyên du alî bike.
Wezîrê Derveyê Iraqê li daxuyaniyek de ragihand kirîna çekên Fransî li gor daxwaza artêşa Iraqê, babeta serekiya civînan dibe.
Her wiha got yek ji armancên serdana şanda Iraqî ya bi serokayetiya Serok Wezîr ya welatên Ewrupa daxwaza çavdêriya Ewrupî dibê ji bo hilbijartinên meha hezîrana sala bê. Her wiha daxwaz ji welatên Ewrupa jî dikin navê Iraqê ji lîsta welatên terorê derbixin.