Besra: Ereba tehemula alayê Kurdistanê nekir
Civata wîlayeta Besrayê, alayên Kurdistanê yên duh Komîteya Birayetî ya Kurdî-Besrayî daliqandibûn, berhev kirin û da zanîn, nabe ji alaya Îraqê pê ve çi ala bên daliqandin.
Cebar Emîn Cabêr andamê civata wîlayeta Besrayê ji AKnewsê re axivî û wiha got: “ Civata wîlayeta Besrayê haydarî daliqandina alayên herêma Kurdistanê nîne, heta ku ew haydar hebûya jî, me rê nedida bêne daliqandin, çunku em razî nabin ku ji alaya welat (Îraqê) pê ve çi ala bên daliqandin.”
Cabêr aşkere kir ku wan dikaribû bi şêweyekî din spasdariya destpêşxeriya serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bikira wek daliqandina pankartine nivîsandî.
Duh, Komîteya Birayetî ya Kurdî-Besrayî li cade û kolanên bajarê Besra hezar alayên Kurdistanê daliqandin û belav kirin, bo spasdariya serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser destpêşxeriya wî di çareserkirina aloziya pêkanîna hikûmeta Iraqê de.
Hêjayê gotinê ye piştî nêzîkî 8 mehan, Parlamentoya Iraqê 11ê mijdarê li ser destpêşxeriya serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dawî li qeyrana pêkanîna hikûmeta nû ya li Iraqê anî û Celal Talebanî wek Serokomar, Usame Nuceyfî jî wek serokê parlamentoya Iraqê hilbijart û Nûrî Malikî weke serok wezîr hat destnîşan kirin.