Bese, azaran nedin gelê Kurd

 Cankurd Her çend rojan kesek ji nêv rêberên PKK, yên ku di çiyayê Qendîl de bi cîh û war bûne, derdikeve ber kamîreyên televîsyonan û azarekê  „nesîhetekê“ dide rêberên gelê Kurd, bila wilo bikin û wilo nekin, û bi xwe çi kirin û çi nekirin, nabe kesek wan rexne bike, ji ber ku wan ramanên xwe ji rohniya mejiyekî bê şaşî „maasûm“ girtine, û tenê ya wan rast û dirist e. Ji gelê Kurd re van ramanên wan, ku bêtir ji dema „Cenga Sar“ de mane, wekî qederekê hatîne nivîsandin. Ev netewe têkbiçe an bi ser keve, di saya rohniya serokê wan de ye. Lê ewana nizanin, ku „Qeder“ jî tê guhartin.Li vê dawiyê, hêja Murat Qereyilan dîsa bi eniyeke hilmiştî, wekî kadroyekî Stalînî, derkete ber kamîreyan  û azarek da rêberên Kurd ên rojhilatê Kurdistanê, got ku pêwîste ewana şer li dijî dewleta zorbaz a Iranê nekin, ew dewleta ku her hefteyekê desteyekê ji lawanên Kurd bi dar ve dike û daristanên Kurdistanê disotîne, ji ber ku ew şer „dikeve berdestiya Türkiye û Saudî Erebistanê!!!“.Keko, bira, çav û dilo, ma ne WE dest bi şer kir di wir de? Kê PJAK têveda bo şer di rojhilata Kurdistanê de û kê ew şer tepisand? Ne hûn bûn?  Ma Hacî Ehmedî ewqas çek û deban ji ku anîn, cil û bergên „Gerîlla“ û alayên wê leşkerê? Kê nan û birrek û ferman dan wî?Ji aliyekî dî ve, Ma şerê we li bakurê Kurdistanê, qey nakeve berdestiya sazmana Melayên Iranê û hovbazê Sûrî Beşar Esed, ku welatê xwe kiriye goleke xwînê? Bo çi şer û bombe teqandin li bakurê Kurdistanê baş in û li Rojhilatê wê berxwedana gelê me nebaş e?Di başûrê Kurdistanê de, hûn dixwazin deselatekê ji xwe re li Şengalê, ku pareke ji wî parçeyî ye, ava bikin, bi armanca Şengal cihê bibe ji dayîka xwe, wekî deselata navendî Li Bexdayê jî dixwaze û bizavê jê re dike, an jî hûn kar dikin, Şengalê ji xwe re bikine Jokêrê lîska siyasî bi deselata herêma Kurdistanê re, li ser wê bazarê bikin?Li rojavayê Kurdistanê, hemî tevliheviya ku PYD dike,  we pêda kir, yek û yek hûn derketin ber televîsyonan û we ders dane Salih Muslim û Aldar Xelîl, da hûn polîtîka wan bi deselata Esed ve girêbidin, ji ber hinek egerên taybetin bi çend kesên di nêv serokatiya we de, û dawî, polîtîka wan bû egera parçekirina rêzên tevgera neteweyî kurdî li rojavayê Kurdistanê, û dûrketina PYD ji ENKSê. Gotara siyasî û biryara Kurdî hate dutakirin, û vaye, wekî Kurd dibêjin, WE PYD ji herdu cejnan bêpar kir, ne deselat wê dipejirîne û ne jî berevaniya demokrat a Sûrî. Hûn bûn berpirsên va siyaseta çewt a PYD li Sûriyê, ne Salih Muslim û Aldar ê maldar.Li bakurê Kurdistanê, we ferman da, ku Selahdîn Yildirim partiyeke aştiyane ava bike û bizava xwe bike, ew partiya xwe di parlamenta Türkan de cîh bigirin, wî hejarî jî fermana we bi cîh anî, 79 kes li gel xwe kirin Parlamenter û kete nêv têkoşîna siyasî, lê belê Türk ne wilo nezanin, wek WE bawer dikir. Wan ji Selahdînê hejar xwest ku xwe ji we dûr bixîne, WE wekî têrorkaran binase… û niha, ew li benda 5 sal zindan e, ji ber ku wekî Salih Muslim û Aldarê maldar nikane ji bin destên we derkeve û Türkan di navbera wî û kadroyên we de çi cudahî nedît. Wekî Kurd dibêjin: Hûn peyayên xwe dişînin diziyê û ji bo girtina wan didin firîziyê.Li dawiya dawî, çi li rojhilat û başûrê Kurdistanê, û çi li bakur û rojavayê wê, hûn ziyaneke mezin dibînin. Niha li bajarên Kurdistanê, ku parek ji kavilkirina wê dikeve ser milên we, li dij we bi hezaran mirov, li her bajêrekî, derdikevin rêveçûnan, polîtîka we çewt dibînin û li şûna wêneyê serokê we alaya dewleta Türkî hildidin û WE wekî têrorîstan didin nasîn.Paş 30 salan ji xebat û têkoşînê, WE yek gund jî rizgar nekiriye û hûn binzor bûne, xwe di şikeftên çiyayê Qendîl de, li parçeyekî ku berê bi xwîna pêşmergeyan hatiye rizgarkirin, bi cîh û war bikin û xwe li wê derê wekî avakarên „Konfedraliya Demokrat“ a pêjinî „xeyalî“, li ser hesabê gelê Kurd, bidin diyar kirin.Lew re, em ji we hîvî dikin, hûn karê xwe bikin, azar û dersan bidin kadroyên xwe di „Konfedraliya pêjinî“ de û bizava xwe bikin, da hûn bibin partiyekî rast Kurdistanî, û nebin egera wêrankirin teviya Kurdistanê. Hêjano, ders û azaran nedin gelê me, ew ji we hişyartir e.

Nerîna min :