Berrabûn û Raperîna Bajarê Mahabad ê

Serhildanên welat û miletan gelek caran ji nişkava diqewimin. Te hew dîtçiruskek agir pekîya bi dêz û lodan ket. Eger ku ew raperîn di xeteke millîda bêne qontrolkirin, mimkine ku ev çalaki bibine rêbaz û berxwedanaazadîyê û rizgarî yê.Keçeke 26 salî li Oteleka 4 stêrk karmend e. Naxwezê xwe teslîmî istihbratadewleta zordara zalim û despot bik e. Naxwezê bajarê şehîdan, bajarêegîdan, paytextê Pêşewa Qazî Mihemed sernişîv bik e. Tû çare û derfetnabîne ku xwe ji destê wan zaliman xilas bike, ji tebeqa 4’ê xwe davê ûweka ku xasûam (hemî kes) dibêjin:  “namusa xwe rizgar” dik e.Namûsa merivan xweparastin e. Xwe  parastineke kesayetîyê ye. Jin be,mêr be, gênç be û kal be, di her delavî da gava yekî xwe ji tiştên ne qencparast û xwe ragirt, ew kes şexsiyetekê rast û dirist û xwedan namus û şerefe. Li hemû derên dinyayê xwe parastina jinan ji destê zordaran û bêbextanbabeteke pîroz e. Gava ku bê mecal bimînin dawî li jîyana xwe tînin lê,serên xwe li ber zaliman natewîn in. Keça Kurd Ferînaz Xosrewanî, ji berkû bê artêş û parêzgeh û dewlete; bi taybet ji berk u mezlûme ev yek hatîyeserê wê. Serhildana bajarê mahabadê ji ber vê qehrê ye.Jinên Kurd, keçên Kurd, mêrên Kurd û xortên Kurd, mezin û biçûkênKurd, evanê sedsalin ku bi çaralî di binê tehdida dijminan da, di binêzordariya kedxwiran da û despotan da şeref û hesyeta welat û miletê xwe,malbat û eyalên xwe, gund û bajarên xwe bi vî rengî diparêzin. 200 salın kuKurd li ber xwe didin.Îro di derveyê Dewleta Federala Başûr da, yek jinêkê me, yek keçeka me ûyek tenê ji me ne di binê temînata dewleta xwe, ango statuya xwe ya xweserda ye. Berevaniya me, artêşa me, zagon û tenzîma me nîn e. Hêzên serdest ûhov, her şev nîvê şevê dikarin bavêjine ser malên me, keç û jin û zilamên mebi der û berên nepend va bibin winda bikin. Dikarin weka ku 17.000 failênmalûm ji ortê rakin, simbêlên xwe ba bidin,  kumên xwe di ser me da xwarbikin. Heya ku em bindest bin wê halê me ev hal bî. Wê rewşa me, tentêlame û halê me ev bî.Gava ku berevaniya te ya millî tine be, tû ne bi destê xwe yî. Wê dijminên tebînin DAİŞê çekdar bikin û bi çek û silehên giran berdine ser dilêKurdistanê û bajarên şengal û Kerkuk û Koban ê. Şengala bextreş, şengalabirîndar, Şengala 72  komkuji û talan û wêranbar jiyayî û borandî… Başe!Pirs dikim… ya ku miletê Kurd bi carek diêşînê, êşa sereke çiye ku dilê 50milyon Kurd disojê û Vîyan Dexil Xana Hêja li Parlementoya Bexdayêdigirîn ê? Dilê Biyan Xan bo çî şewitî, dilên me çima bi agir û pêt e?Em hemû dizanin ku derdê ser derdan keç û bûk, jin û zarokin. Gelomerivek tenê dikare bêje ez Kurdim û stêrên çavan ji vê qehrê ra nebarandibe. Xelk jinên me difiroşin, Erebên bê depê keçên me difiroşin. Navên xwekirine Dewleta İslamî; mal û milk û  jiyana miletê Kurd jî kirine xenîmet,em bûne xenîmeta wan heramzadan. Hun dizanin ka birayên me yên Êzîdîji bona namûsa xwe çiqas hessasin?Belê… Herkes bo namusa xwe hesas e. Tû miletek nîne ku keç û bûkên xweneparêzin. Sala 1990é di manga Tebaxê da Seddam Hiseynê kafirbabDewleta Kuweytê işgal kir. Di 7 Mangan da artêşên Erebên Sunnî bi selewatû tekbîran tecawizê irz û namusa birayên xwe yên Ereb û Misilman kirin.Miletê Kuweytê ji ber wê bênamûsiya Seddamiyan û sebabiyan Kuweytakevin xira kirin û di şûna wî bajarê lewitî da bajareke din ji xwe raavakirin da ku wê bêşerefiya İraqiyan jibîr bikin. Gava Ereb bi Ereban ravê şermezarîyê bikin, ku ji destê wan bê di ser me da naborin. Ew kesên kuşirîkayîtîya İraqiyan bixwezin û dixwazin, şerefa xwe bi dolar û dînarandifiroşin.….Xaleta Emsal Xanim pîrejineke Botî, li Tetwanê dima ra. Di salên 60’î daew û zavayê xwe Mela Tahir Demir û Rezzan’a keça xwe weke 20 rojan liAmed ê, li min mêvan bûn. Pirsgirekeke wan yê tibbî hebû, Mela Tahirhevalê min yê eskerîyê bû û welatparêzêkê hêja bû. Emsal Xanimadilbirîndar Botî bû. Şîweya wê weka xwe ma bû. Jineke bi aqil û weke şêrênbirîndar bû. Mêrê wê Zabit buye, li Tetwan Reîsê Şuba Askeriyê bu ye,pêşiya ku bimirê aqilê xwe winda kiriye, dîn bu ye. Kurê Emsal Xanim jî;Selim (Erkan) Bilgehan wê demê Zabite Hawacî ye û Yüzbaşî ye. Keçekawê jî li ba Albayîyek yê bi eslê xwe Motkî ku navê wî Ebdirehman e. Evêtevlihevîyê bala min kişand, min ji Emsal Xanim pirsî:“ Xalet! Botan li ku, Motkan li ku, Rezzan li ku Tetwan li ku, hele hele, kumêrê te Tirke û zabit e. Ka bêje ev çî mesele ye? Emsal Xanim weke 5deqîqe ponijî û berê xwe da min, weka yeka xemgîna ku min derdê wê tezekiribî biruyên xwe qermiçand û got:“- Rojek ji rojan ez keçim, xame me, 17 salî me; eskerên Tirkan avêtine sergundê me, ji 15 saliyan hevraz hemû mêr û jinên gund berhevkirin û destênme bi hevra girêdan, ji nedîva eskerek hat destê min vekir min bire bafermandar, Fermandar bi riya leşkereke Kurd ji min ra got: Eger tû minbistînî, ez te nakujim; min jî got: Eger tû gundiyên min berdî, tiştek bi wannekî, ezê te bistînim. Em li hev hatin. Wî gundîyên min berda, min jî heyataxwe siparte zabitê tirk. Jê pê da jî gelek caran min nehişt xedrê li Botanamin bik e. Lê nebêje kesî, di ber bedeleke pîroz da be jî ew zewac ne bihemdê min bû.”Eva ji we ra çîroka Botan û şefqeta komara demokratîk. Gundiyan didanehev. Dikuştan û disotan. Çal dikiran. Paşî çi dikiran? Hun dizanin ka bo çîKurd li xwe danaynin qala serhatîyên xwe yên hepis û zîndanan angokomkujî û eşkenceyan bikin?…Hun Cemal Madenoğlu nas dikin, him bîrhatinên xwe yên Şerê Sasonênivisand û ji alê çepîtiyê va bala xwendevanên me yên çepevîn kişand û himdi wê wexta ku Generalê Tirk xatiratên xwe dinivisanda û di rojnameyanda dihate xwendin da Kurd îdî hesasbûn û Kurdîtî weka vêga ne kêmanîbû. Kurdîtî wê gavê ne eyb bû. Niha ku em Kurdîtî dikin hindek Kurdênheramzade û bêbext tevzên xwe bi me dikin. J ime ra dibêjin “ilkelmilliyetçi”.Berxwedana Sasonê,  11 salan domand û Qewmê Çiya teslîmî ArtêşênTirkan nebûn û herçî ku sax man binxet bûn. Ew zilma ku li serserê wanmêrxasan barîya û qehremaniya Qewmê Çiyan deng neda. Li welatê medigotana “Mala Elîyê Unis di ber namusa xwe da dest hilanin û şerê wanaşerê namûsê û serhildaneke rewadar û şer-î bû. “ Min di biçûkayîya xwe dabelkî sed caran ji mezinan bihîstîye ku vê gotinê dûbare dikiran a. NavêKurd û Kurdistanê tine bû. Di serê xelqê da dewletek hebû, dewlet biba pirdivara meriv pêl neke, belê gava dewlet bênamûsî ango bê Şer-î bikeberrabûn keqqe û rewa ye. Mefhuma namusê û ya olî li ba Kurdan giring ûpîroz e.Cemal Madenoğlî jî mirî ye, Hesenê Gênco yê ku keçên xame jêra peydadikira, ew jî mirî ye. Lê ka di van 11 salan da çı anîne serê xelqên wêherêmê him di bîra me da ye, him li Lewhel-Mahfuz nıvısandî ye. Rebîyoem jibîr bikin jî tû jibîr nakî, em li wan biborin jî tû li wan naborî, wê tûheqan bi heq bikî.Çend sal berê min çîroka 2 jinên Mala Elîyê Unis di Malpera Rizgarîyê danıvısandıbû. Çîrok bi navê “ 2 Şérejinén Kurd Ji Çîyayén Sasûn é. Reqîya ûRindîxan a Mala Elîyé Ûnis” bû. Çîrok waha ye:“ -Di Şeré Sasoné da 2 jinén Mala Elî yé Ûnis çavén xwe bi laçikên serê xwegiré didin û ji ber eskerén romé xwe davéne Çemê Xerzan. Navén vanherdû şérejinan yek Reqîye ye, ya din Rindîxan e. Min Reqîya Xanim yahéja û rûmetmedar, di sala 1971 da li Sûrî, li Bajaré Qmîşlo naskir. DîyaParézer Xelîlé dilbixwîn û xerîbdost bû.  Xelîl him helbestvan bû û himEbûqat (Mihamî) bû. Diya Xelîl ji minra got: “- Gava me êsîr girtin, minbirine çadıra fermandar, serên çend mêrxasên malbata min rêz kiribûn jimin pirsîn ka ev serî yên kê nin. Min destê xwe kire berika xwe baqekritbeyên yuzbaşî û Bibaşiyan danî ser maseyê gote tercuman ka bipirse evrutbe yê kî nin. Ew Fermandar bi carek li pêşberê min bû tunne.”…Ew Ermenîyên ku li ba hindek Kurdên bê mejî, ji Kurdan pêştir û ezîztirin,ka çî anîbûne serê Îbo Begê Pasînî hêjajî di devê Dengbêjan da ye.  Lê vansalan dibe ku ev stran sansor kirine, lewra îdî dengbêj vê drampêjênasıtırın. Diyaspora Ermeniyan li ser rojnamegiri û rewşembîrîya Kurdanbandora xwe ji zûda ava kirî ye. Van salan îdî kes nabêjin ka çewan “-  ÎboBegê Pasînî mala xwe bi destê xwe xirakir û irz û namusa xwe ji destêçeteyên Ermenîyên bêbext û keysfile xilas kir.”Zilma ku Ermeniyan anîye serê Kurdan di 100 cildên pirtukan da bi cihnabin. Ezê ji tesbitên Mîr Ebdirezak Bedirxan behsa malbateke din yêmalmezinên Kurdan bikim. Ev malbat jî Malbateke Mîrekên Kurdistanêye. Serhatiya vê malbata payebilind bi Kurdiya Prof Celîlê Celîl diAutobiyografya  Ebdirrezaq Bedirxan (weşanên Pêrî – r.62) da diborê, ewrapora Prensê Kurdistanê waha tercume kirî ye:“-  Ji gundê Çubuqluyê em livyan ber bi gundê Molla-Hesenê. Pêşiya medaçiya bûn. Li vêderê 2000 malbatên Kurdan hêwirîbûn, yên ku ji gundênxwe revîbûn.  Gava wana besa hatina min bihîstin, sed kes ji wana hatinecem min û gotin ku General Trûxîn gava li vandera buye, kaxizek dayedestê wana, ku wana bê qezya bin û tû kes hêrîşê ser wana neke. Piştî vêtemînatê wana çek/sîlehên xwe danîn e.Lê belê, pey çuyîna Generalê Uris, Ermenî hêriş birine ser wana û ewanamecbûr bûne birevin. 27 jin û qîzên ji malbatên bi nav, piştî ku namusawana xirab kirine, xwe avêtine gêlî û xwe kuştin e. (*)Di nava vê sedekê(?) da ( karesata qirêj da –  Ş.EP.) xizmên Eyupxan begêbirayê Seyîd beg jî hebûn e. Gundê Madenê yê wan’a bû. Ermenîyên wîgundî, hêrîşî ser mala Eyyup Xan Beg kirine, jinên wana birine, mêr ûxulam kuştine, hemû mal- milkê wana ji destê wana girtin e.” … (*)…..Di hedîsa Şêx Seîd Efendî da navçeya Licê dikevê destê hereketê û rizgardibî; Qeymeğam Zabiteke Kemaliste û bi ritba xwe Binbaşi ye. Qeymeqamêsîr digirin lê jina wî bi hemle ye. Mala babê jinikê li Amedê ye. Divê ku evhermet bê qeza û bê şermezarî bighêjînine malbata wê; Xanima Qeymeqamli hespê siwar dikin û pêşkêşêkê hereketa Şêx Seîd Efendiyê Rehmetî bihevsarê hespê digirê heya Amedê bi destê xwe tînê ku tiştek bi hemla wê neyê.Digel hemû tiştî, Li Pîran, Dêrsim, Agirî, li şerê PKK yê 30 salan li Barzanû Silêmanî û Mahabadê, di tarixê da we bihîstîye şervanên Kurdşermezariyan kiribin.Sala 1991ê Kurdan Bajarên Kurdistana Başûr ji bin destê rejima Basiyanrizgar kirin. Kerkuk, Silêmani, Hewlêr û ji Zaxo heya Xaniqînê standin,gelo erebek dikarê bêje ku miletê Kurd bi milîsan û pêşmergan va şaşîyekkirin e. Di Şerê niha yê bê oxir da we bihîstîye ka Kurdek xeletî kiribin. Evşerê ku Pêşmergan li dar xist û artêşa İraqê Kerkuk hişt û reviya, ma gelohîç ji destê Kurdan nedihata tiştek bînine serê wan?Miletê Kurd miletêkê bi şeref e. Evî miletî di dîrokê da tiştên ne li gorhiqûqên beşerî nekirine û nakin. Eger em bibana yekrêz û me dewleta xweya millî ava bikira, me yê aştî û aramîyê, qencî û merivperwerîyê li dorberêxwe tov bikir a.  Kerkuk û Şengal û bi Taybet Kobanê Kurdan nêzî hev kir,hîvîdarim ku Mahabada Qazî Mihemed me hemiya yekrêz bike û di dîrokêda carek tenê dev ji kîn û buxz û ezezîyê bedrin bêne ser hemdê xwe. Ji bervê yekê Berrabûna Bajarê Mahabadê Serhildaneke Pîroz û berketî ye…(*)- Pirtua Mamoste Prof Celîlê Celil k alek bi Kurdî alek bi Tirkî ye. Bi Tirki dibêje: “ 27 kadın veya kızkirlenen namuslarını, kendilerini maxara ve uçurumlardan  atarak temizlemişler ki ailelerine lekedokunmasın.” Yanê ewan keç û jinan di rizdeyê da xwe avêtine. Ermenî  gazin dikin dibêjin “- Kurdan keç ûjinên me mar kirin e.” Pişti ku Çeteyên Ermen bi Artêşa Çarlık Rusyasi va reviyan û Kurdistanê terk kirin, lijinên xwe xweyi derneketin, Kurdan wan jinan bi helalî mar kirin û di hemû gund û bajaran da ew jin wekeqralîçan bi şeref û serbilindî hatine parastin. Ew tiştên ku Ereb, Tirk û Ermen dikin Kurd wî tiştî nakin. Kurdne di qerekterê wana da nin  Em êsîr bin, bindestbin, jar û belengaz bin jî mileteke serbilindin lewra mepêl heq û hiqûqê tû miletî nekirî ye. Di vê meqaleyê da bala we kêşa kum in İraniyan nekire hevalê van’a.Ew bêşerefên ku vê buyerê kirine ne bawerim ku Faris’in. İranî tuccar naxwezin Kurd iflah bibin, lê ji alêurf û adet û toreyê va ne çapulcî ne. Ez waha dizanim, ne tesbitin, hizre û realiteya  li ber çava ye.(*) –  “Ermeniyên wî gundî” bala min kişand. Ew Ermenî ne çete nin. Gundiyên Eyubxan in. Gundîyên kubi sedsalan bi hevra jîyan e. Gava keysa xwe dîtine tiştên ku dikin ne tiştên etîkin. Keysfileyîtî ev e.​6

Nerîna min :