Polîtîk

Berpirsê rêxistina Aşûrî li Qamîşlo hat girtin

 Berpirsê Polîtburoya Rêxistina Aşûrî ya Demokrat Gebriyêl Goriye Muşê duh (19.12.2013) li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlekariya rejîma Sûriyê ve hat girtin.

Rêxistina Aşûrî ya Demokrat di daxuyaniyekê de ragihand ku berpirsê Poltîburoya rêxistina wan duh serê sibehê ji aliyê şaxê ewlekariya dewletê ya rejîma Sûriyê li Qamişlo hat gazîkirin û heta niha hîn venegeriyaye.

Rêxistina Aşûrî ku yek ji endamên Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê ye, navenda wê ya sereke li bajarê Qamişlo ye û ji destpêka şoreşa Sûriyê de tevlî xwepêşandanên ku li dijî rejîma Beşar Esed li Qamişlo derdiketin, dibû.

Rêxistinê girtina Gebriyelê Goriye şermezar kir û daxwaz ji desthilatdaran kir ku wî û hemû girtiyên siyasî û nêrînê li Sûriyê berdin.

Back to top button