Civak

“Berpirsa PKKê ya Finlandiya li Stabulê hate girtin”

Gora medya tirkî radigihîne,di encama operasyona hevpar a MÎT’ê û reveberiya asayîşa Stanbulê de Mehnaz Omerî (Nazê)ya bi eslê xwe ji Urmiyeyî hat binçavkirin. Tê îdiakirin Omerî asta berêirsiyariya PKK/KCKê li welatê Finlandiya tevdigere.

Tê îdiakirin ku, Omerî li Finlandayê gelek çalakiyan li ser navê PKKê dike û wek koardinatorekî di navbera Kurdên Îranê û PKKê de kar dike.

Medya tirkî dibêje: ” Mehnaz Omerî ku demeke dirêj di bin çavdêriya MÎT’ê de bû, li Stenbolê bi operasyoneke serkeftî hat girtin û şandin girtîgehê. Bi desteserkirina Mehnaz Omarî re di derbarê pêkhateya Fînlandiyayê ya rêxistinê de gelek agahî hatin bidestxistin.”

Back to top button