Berhem Salih û wezîrê derve yê Fransayê li Parîsê civiyan

Di serdana xwe ya Parîsê de, Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê beşdarî konferansa aborî Fransî – Kurdistanî dibe û duhî jî ji bo peywendiyên hevbeş bi wezîrê derve yê Fransayê, Allen Jope re civiya.
Di civînê de Berhem Salih û wezîrê derve yê fransayê konferensa abûrî ya Fransa-Kurdistanê, ji bona pêşxistina têkeliyên abûrî û bazirganî di navbera Parîs û Hewlêrê de û teşwîqkirina sermayedar û kmpaniyên fransî kul i herêma Kurdistanê sermayeyê xwe birazînin, bi konferensek giring û mifadar wesif kir.
Weke tê zanîn ku herêma Kurdistanê bi şandeyeke mezin serdana Fransayê dike û wezîrê navxwe Kerîm Sincarî, wezîrê pîşesaziyê Sînan Çelebî, wezîrê xwendina bilind Dilawer Eladîn, wezîrê çandin û avedaniyê Cemîl Mihemed Heyder û komek ji bazirganên kurd di nava wê şandeyê de cî digirin.