PolîtîkRojev

Berdevkê HUDA-PARê bi mamosteyên kurd re civiya

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA-PARê, Berdevkê Partiyê û parlementerê Êlihê Serkan Ramanli bi mamosteyên kurd re civînek li darxist.

Parleëmterê Êlihê yê HUDA-PARê Ramanli der barê hevdîtina xwe ya bi mamosteyên kurdî re daxuyanî da û wiha got: “Me li ser zêdekirina mamosteyên Kurdî (kurmancî û zazakî), pêşxistina xebatên der barê dersên bijarte yên kurdî û vekirina beşa kurdî ya Zanîngeha Êlihê axivî.”

Ramanli di peyama xwe ya kurmancî de diyar kir ku hevdîtin girîng bû û wiha got:

“Mamosteyên me yên hêja bûn mêvanên me.

Me li ser zêdekirina mamosteyên Kurmancî û Zazakî, pêşxistina xebatên li ser dersên bijarte yên kurdî û vekirina beşa kurdî ya li Zanîngeha Batmanê nîqaş kir.

Me der barê daxwaz û pêşniyarên xwe de fikrên xwe parve kirin.

“Di warê parastina zimanê kurdî de civîneke gelek bi nirx bû.

Back to top button