PolîtîkRojev

Berdevka PYDê dema destpêkirina danûstandinên PYNK û ENKSê aşkere dike

Berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) radigihîne, danûstandinên diyaloga Kurdî – Kurdî di meha Sibatê de dest pê dikin û ew rijd in ku bi Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) re bigihin rêkeftinekê.

Berdevka PYD Sema Begdaş ku di heman demê de endama şanda PYNKê ya danûstandinan e ji medyaya erebî re ragihand, danûstandinên diyaloga kurdî ji ber çûna nûnerên Amerîka bo welatê xwe rawestiyane. Tekez kir jî, danûstandin dê di meha Sibata bê de careke din dest pê bikin.

Berdevka PYD diyar kir jî, dema serokê nû hilbijartî yê Amerîka Joe Biden dest bi kar bike û şandeyê Amerîka diyar bike, dê dest bi danûstdinên Kurdî – Kurdî bibe.

Begdaş diyar kir, ew wek PYDê rijd in bi ENKSê re bigihin rêkeftinê, ji bo alîkar be di çareserkirina krîza Sûriyê de.

Diyaloga Kurdî – Kurdî ya di navbera ENKS û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) de ji nêzîkî salekê ve dest pê kirine û ji berî hilbijartinên serokatiya Amerîka ve rawestiyane, di çend rojên borî de ji ber daxuyaniyên Serokê Şanda Danûstandkar a PYNKê Aldar Xelîl ku Pêşmergeyên Roj bi “çete” bi nav kiribû, endamên ENKSê ew daxuyanî bi tundî şermezar kirin û diyar kirin ku daxuyaniyên Aldar Xelîl wek revekê ji diyaloga yekrêziya kurdî ye.

Di wê derbarê de jî, Balyozxaneya Amerîka li Şamê ragihand, Amerîka piştevaniya danûstandinên di navbera ENKS û PYNK dike û Hêvîdar in danûstandin ber bi pêş ve berdewam bin.

Back to top button