CivakRojev

Berbirsek bilind yê Heşda Şeibî hate kuştin

Çepemeniya Îraqê belav kir ku, şeva derbasbûyî berpirsekî komên çekdar yên şîe bi navê Eladîn Cezayîrî li berdem mala xwe rastî êrîşeke çekdar hatiye û di encama vê êrîşê de jiyana xwe ji dest daye.

Eladîn Xezayîrî Cîgirê berpirsê giştî yê komên çekdar bi navê Noceba bûye û duhê bi şev li berdem mala xwe ya li taxa Cadiriye ya li Bexdayê hatiye kuştin.

Hate zanîn ku hîn jî êrîşkar nehatine nasîn û lêkolîn li ser bûyerê jî berdewamin.

Back to top button