Polîtîk

Berbijêrê HAK PARê yê Şeredariya Diyarbekirê eşkere bû

Partiya Maf û Azadiya (HAK-PAR) Partiya Demokrata Kurd(PDK) û Tevgera Azadî bi hevre dabûn xûyakirin ku, ew bi hevre tevlî hilbijartinên herêmî dibin. Hersê partê bi navê HAK PARê tevlî hilbijartina diubin. Berijêrê van partiyan ê Diyarbekirê bi navê HAK PARê Mehmet Şah Eren

Mehmet Şah Eren daxûyaniyek bi zimanê Tirkî û Kurdî ji bo Raya Giştê ragihand .

Di daxûyaniyê de dibêje:

Rêzdar serokên Partiya Maf û Azadiya (HAK-PAR), Partiya Demokrata Kurd(PDK) û Tevgera Azadî

Gelê Amedê û rêhevalên min ên hêja.

Rojnamevanên hêja ku çav û guhê civaka me ne.

Armanca me ji hilbijartinan ew e ku di vê pêvajoya bilindbûna hesasiyeta siyasî de daxwazên bingehîn ên gelê Kurd derxin pêş.

Divê qedera gelê Kurd ne di destê partiyên avaker û yên ku enerjiya gelê Kurd ji bo kemalîstan bikar tînin be.

Divê ewlad/zarokên gelê kurd çarenûsa xwe diyar bikin.

Mehmet Şah Eren berbijêrê şeradariya Diyarbekir

Berjewendiyên gelê Kurd, daxwaz û pirsgirêkên gelê Kurd wê di bingehê siyaseta me de cih bigre.

Emê rê û siyaseteke wisa bidin ber xwe ku di navenda wê de rojeva kurdan, berjewendiyên kurdan û daxwazên kurdan pirsa bingehîn be.

Weke namzetê şaredarê HAK-PAR, em soz didin ku bi feraseta ‘Şaredariya welatparêz’ di qada rêveberiyên herêmî de xebateke mînak bidin meşandin.

Em ê derfetên ku jin û ciwan di hilberînê de cih bigirin û bibin xwedî kar biafirînin.

Em ê li bajarên xwe qadên jiyanê yên bi ewle ku bi bajarên hemdem ên cîhanê re bên berawirdkirin ava bikin.

Em ê ziman, çand, dîrok û nirxên xwe yên netewî biparêzin û pêşva bibin.

Em daxwaza piştgiriya we dikin ku siyasetek bajarî ya nûjen, plansazkirî, paqij, hawirdorparêz, li ser bingeha mirovan û domdar pêk bînin.

Em ê bi gelê xwe re bin û şaredariya beşdar pêk bînin.

Ez we hemûyan bi rêz silav dikim.”

Mehmet şah EREN

Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê

PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN (HAK-PAR)

Back to top button