Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) bi fermî Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê kir namzedê serkomariya Iraqê.
Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed daxuyaniyek belav kir û got ku, Rêber Ehmed ji bo postê serokkomariya Iraqê kandîdatş PDKê ye.
Daxuyaniya PDKê wiha ye:
Piştî wan pêşhatên siyasî, astengî û arîşeyên ku li hember hilbijartina serkomariya Iraqê hatin çêkirin, bo berdewambûna pêngavên Destûrî yên nav piroseya siyasî ya Iraqê, PDKê bi fermi wezîrê navxwe yê Kurdistanê Rêber Ehmed kir kandîdê xwe bo posta serkomariya Iraqê.