Pêşniyara guhertina Qanûna di derbarê Hilbijartina Parlementeran û Hin Qanûn din de ku bi îmzaya hevbeş a parlementerên AK Partiyê û MHPê hatibû amadekirin di parlementoya Tirkiye de hate qebûl kirin.
Li gorî qanûnê benda hilbijartinê ya ku heta nuha ji sedî 10 bû wê dakeve ji sedî 7an.
Dema teveka dengên ku tifaqekê sitendin benda welêt derbas bike, dê hesab û dabeşa parlementeran a li derdorên hilbijartinê li ser asta ku partiya di nav tifaqê de sitendiye esas were girtin.
Hejmara parlemeterên ku her yek ji partiyên siyasî yên di nava tifaqê de sitend, dê li gorî dengên ku wê partiyê di nava tifaqê de sitendiye esas were girtin .