CivakRojev

Belavbûna vîrûsê gihat asta xeteriyê

 Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 saetên dawîn de 52 hezar û 676 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û herwiha 248 kes jî bi Koronayê mirine.

Îro roja şemiyê 10.03.2021ê Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên Koronayê yên 24 demjimêrên borî aşkere kir.

Wezareta Tendirustiyê ya ragihand di nava 24 saetên derbasbûyî de 302 hezar û 735 pişkinînên taybet bi Koronayê hatine kirin ku encamên 52 hezar û 676 ji wan pozîtîv bûye.

Li gor amarên nû, ji duh heta îro 248 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi Koronayê mirine. Herwiha 32 hezar û 539 nexweşên Koronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.

Heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 3 milyon û 798 hezar û 333 kesan û 33 hezar û 702 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 3 milyon û 301 hezar û 217 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Back to top button