Bedelê operasyona Raqayê ji bo YPGê çîye
Li Gora Rewangeha mafê mirovan a Sûriyê radigihîne, artêşa Suriye nêzikî paytextê DAÎşê Raqayê dibe.Operasyona Raqayê çikas diçe balkêş dibe. Ji aliyekî ve artêşa rejîma Sûriyê, bi piştîwaniya milîsên Şîe yên Lubnanî, Iraq û Îranê ve û herwaha balefirên şer ên Rusyayê ve nêzikî Raqayê dibe.Armanca Artêşê ya serekê rêya navbera Raqa û Helebê bigre.Ji aliyek din ve Hêzên Suriya Demokrat ku YPGe jî di navdeye bi piştevaniya balefirên Amerîkî nêzikî Raqayê dibin.Operasyon ji aliyê Amerika, Rusya û Îranê ve tê rêvebirin. Başe dema hêzên rejima Suriye û Hêzên YPG bigihin hev li Raqayê dê çewebe? Ew şerê hev nakin. Di dawiyê de av operasyon dikeve xizmeta rejima Suriye de.Kurd ji bo çi diçin Raqayê şer dikin nayê zanîn. Raka ne axa Kurdistanêye û tu cara nakeve di nava sinorê Kurdistanê de.Pirs ewe ku ji bo çi kurd xwînê ji bo Ereba û rejima Suriye dirijînin. Bedelê Raqayê ji bo Kurda çîye?