Hikûmeta Tirkiyê biryar daye ku ji sala nû hêdî hemwelatiyên biyanî,divê testa xwe ya PCR çêbikin û eger encam negatif be dikarin ji sinora derbasî Tirkiye bibin.Iraq û herêma Kurdistanê jî di nava van welatan de ye.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca ragihand,  ji 30ê Kanûna 2020an ve tevahiya kesên ku di rêyên esmanî, bejayî û deryayî dixwazin derbasî nav axa Tirkiyê bibin, divê bi wan re encama negatîv a testa PCR a bo dema 72 demjimêran hebe.

Ev biryar li tevahiya deriyên sînorî, balafirxane û benderên Tirkiyê tê cîbicîkirin.

Li Herêma Kurdistanê jî ku hejmareke zêde ya bazirgan û weberhênerên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hene û herwiha çûn û hatina bazirganiyê ya di navbera herdu aliyan de zêde ye, li deriyên sînorê yên di navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de jî dê ew biryar bê bicîhkirin.

Peyamnêrê Rûdawê, Yûsif Mûsa di derbarê vê mijarê de ji deriyê Îbrahîm Xelîl-Xabûrê ragihand, li aliyê Tirkiyê yê sînor amadekarî ji bo cîbicîkirina biryarê hatine destpêkirin û bi vê yekê ji sibê ve kesên ku bixwazin ji Herêma Kurdistanê û deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl ve derbasî nav Tirkiyê bibin, eger belgeya testa PCR bi wan re tunebe, dê li wan bê girtin û ew nikarin biçin nav Tirkiyê.

Yûsif Mûsa herwiha diyar kir, kesên ku ji aliyê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ve jî derbasî aliyê Başûrê Kurdistanê dibin, piştî kontrola pasportê belgeya testa PCR ji wan tê xwastin, ku divê muhra fermî ya saziya ku test pêk aniye, li ser belgeyê hebe.

Pêştir li deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl testên Coronayê dihatin kirin û ji bo her kesî 50 dolar werdigirtin.

Ji ber belavbûna vîrusa Coronayê û berdewamiya pandemiyê, ji bilî daketina tevgera bazirganî, rêjeya hatin û çûna di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de jî gelek daketiye.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: