Bê şirove

Li navçeya Rihayê li Sêwerekê, ji aliyê BDPê ve panela bi navê “Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad” hate lidarxistin. Hevseroka BDPê Gultan Kişanak, Parlementerê Stenbolê yê BDPê Sirri Sureyya Onder, Parlementera Êlihê Ayla Akat Ata û Parlementerê Rihayê Îbrahîm Bînîcî beşdarî panelê bûn.

Li salona ku panel hate lidarxistin, posterê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û damezrînerê Komara Tirkiyê Mustafa Kemal Ataturk  li ser heman dîwarî li kêleka hev hatibûn daliqandin. Salon bi rengên kesk û sor û zer hatibû xemilandin û dîsa ligel ala Tirkiyê li ser heman dîwarî ala PKKê jî hatibû daliqandin.

Ev cara yekê ye ku li ser heman dîwarî posterê Ocalan û Ataturk, ala Tirkiyê û PKK li kêleka hev tê daliqandin.

Nêzika 2 hezar kes beşdarî panelê bûn û parlementerên BDPê bi sloganên ku ji bo Ocalan hatine avêtin ketine salonê.

Nêrînek

  1. Ez diwêm, hindik rêvebirên vê malperê jî di helbijartinan da pi$tgirîya vê rêxistinê dikirin.. Ê ez çi biwêjim, ew nûçe jî, bila li ser xêrê be.. Dema ku merî bû hezkirê dijminê xa, digotin “Sendoroma Stokolmê.!” Ez diwêm hindik Kurdên me jî wê sendoromê dijîn, ango bûne hezkirê BDPê, ango bûne hezkirin dijminê xa ne wusa.!

  2. Digel minakse di navbera me u siwariya ku niha bune peyayi,me digot\r\nrojek we weneye seroke we u atatur li keleka havdu e danin digotin win xayinin ewe ku ew gotin digotin xwa bas nasdikin,pesniyaza min ji wan be mejiyanare herin gunde seroke xwa axa mayiye ji win bi sere xwa dakin,jixwa ew kesen ku rihe netewi bi wanre haye ev yek baş zanibun jiwanre ne tiştek xeribe,weneye di katile kurda li keleka havdune le tiradejiya heri xerab ku kurd bi deste xwa weneye hardu katilen xwa berz dikin. Ev yek li dinyaye nehatiye ditin…

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: