CivakRojev

Bê biryar çarenûsa hilbijartina kifş dikin!

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê ji bo hilbijartinên pêşerojê de bêne çêkirin , gelek rapirsîn têne kirin û encamên cuda derdikevin holê. Lê li gora dezgehên rapirsînê ya herî balkêş piraniya xelkê bê biryara. Kesên hêja biryara xwe nedayin ku dê dengê xwe bidin kijan partiyê ,yên hilbijartina de dengê xwe bi kar neynin û yên bi awayekî hilbijartina protesto bikin gelekin. Herweha dixweyê ev beş dê çarenûsa hilbijartina jî bide kifşkirin.

Herî dawî dezgehê lêkolînê Metropoll di vê derbarê de rapirsînek pêkanî û hewlda ku bizane evên bê biryar hilbijartinên 2018ê dengê xwe dabûn kijan partiyê. Li gora vê lêpirsînê piraniya bi biryara hilbijartinên 2018ê deng dane AKPê.

Encama lapirsînê:

Hijmara kesên bê biryar di vê rapirsînê de gihaye % 21.2. Ev rêjeyek gelek bilin de.

Ji van kesan hilbijartinên sala 2018ê dengê xwe dabûn kijan partiyê?

Encam:

AKP : % 37

CHP : % 15.8

IYI Partî: % 5.3

HDP: % 3.3

MHP: % 1.8

Partiyên din:%1.8

Yên ku bersiv nedayin:% 9.9

Yên protesto dikin: % 24.8

Back to top button