BDP û PKK jî xetimîne partiyek nû pêwîst e
Rewşenbîrê Kurd tarik Zîya Ekincî li ser rewşa Tirkiye û tevgera kurd bersiva pirsên rojnemevana Akşamê Şenay Yildiz dan.
Ekincî di hevpeyvîna xwe de dibêje: Erdogan dikariye pirsa kurd, pirsa alewiya gav bi gav çareser bikira. Doza Ergenekon û Balyozê bigiha encamekî û wesayeta leşkerî bi temamî ji holê rakira û bibûya endezyarê demokrasiyê. Lê ev nebûn îhtirasî wî ya kesayetî bû asteng di vê rêyê de.Serokwezîr bawe dike ku her tişt çareser kiriye. Li himberê xwe tu opozisyonê nabîne. Erdogan bawer dike ku wî wesayeta leşkerî xilas kiriye. Lê di baweriya min de ew yek hêja heye.
Ekincî di derbarê pirsa kurd de dibêje: Ez ne PKK yî me.Ez bawer dikim ku dema şerê çekdarî û fonksiyona PKK-ê xilas bûye. Kurd nikarin xwe ji PKK veqetînin. Mesele Şerefettin elçî, bi salan di nav wî û PKK-ê de mesafeyek hebû.Lê tevlî wan bû, û niha parlementere. Kemal Burkay niha di nav tevgerek biçûk de ye. Lê ez ne bawerim ev welê berdewam be. Bivê nevê dê tevlî BDP-ê yan jî tevlî DTK-ê bibe. Yanî bi awayekî wê li gel PKK-ê hevkariyê bike.
Ekincî di beşek hevpeyvîna xwe de behsa çareseriyê dike û dibêje: Pêwistî partiyek nû heye. Partiyek ku, kurd,demokratên tirk, liberal,pêşverû û şoreşger di tê de cig bigrin. Hinek partî hene tu hêza wan tuneye. Divê ew rewşenbîrên demokrasiyê dixwazin tevgerek mezin a demokrasiyê pêkbînin.
Eger ev hemî werin ba hev partiyek ya Tirkiye bê avakirin dê kurd jî di nav de mafê xwe bistînin. Belkî hun vê fikrê realîst nebînin, lê çareserî ev e. BDPû PKK jî xetimiye.Dema şerê çekdarî xilas bûye. Ew nikarin pêşvetir herin.
Rojevakurd