Polîtîk

Civîna opozisyona Suriye li Stanbulê destpê kir

Îro li Stanbulê civînek girîng ya tevgera opozistina Suriye pêktê. Li ser daxwaziya wezaretên dervê yên Amerîka, Tirkiye û Qatar îro li bajarê Stanbulê Tirkiye civînek berfireh ya opozisyona Suriye çêdibe.

Di vê civînê de li gel berpirsên Encumena Niştimanî ya Suriye, berpirsên Encumena Niştimaniya Kurd li Suriye jî amade dibin. Herweha gelek kesayet û siyasetmedarên ereb û kurd jî di civînê de amade dibin.

Armanca civînê ya sereke ewe ku bikaribin wek opozosyona Suriye xwe ji bo Civîna serê meha Nîsanê ya welatên dostên Suriye ku li Satnbulê pêktê amade bikin.

Rojevakurd

Back to top button