BDP, DTP, Xweseriya Demokratik û Lozan
BDP, DTK, Proja Xweseriya Demokratîk û Pêymana Lozanê.
Le ez hêvidikim ku ev car dirok dubare nebe, pêymanekî din à Lozane bi navê Kurda, li ser Kurda wek berê bi fên û futa lê me ne qewûme, jiber vê em pêvistî bi yekitiyek plurêalistî, bi mêşandina demokrasîyek rast, li ser projêyek vêkirî, zelal, ku her Kurdek xwe têda bibine û li ser xususiyetên rûmeta nasnama wîya sîyasî, mafê qedera wî, mafê siyasî, ziman, çand, aborî, hikme îdarî, huquqî, Ala wî û hwd, marşa wî. Ev divê xetên sor bin ji bo her Kurde kî û ku ji xwere bike armanc kirin.
Bi Tirkiye ra û gelê wî ra, Kurdistana bakur, gelê Kurd jî di asta wek hevîyê da, bi aşitî û Demokratîk be kabulkirin û naskirin, wê hinga bi Tirkiye ra jiyan karibe mûmkûn be û mâ’na biratiye cîye xwe bigre, wekîdin tev pûş û valaye.
Jibo ku Tirkiye tek neçe, ew gelê Tirkiye û gelê Kurdistana bakur ji hev perçê nebe, ku her yek xwedîyê mafê xwe be, e vê ye çareseriya rast jibo gelê Tirki ye, e vê riya rasti û dostanî, birâyetî ye, wê hingê be hevra jiyan hêja, be rûmet û be tâm be. Jibo vê yekê divê li ser her proje kî çi dibeje, çi dixwaze, gelo ewê bi mêşe, bersiva mafê Kurda dide an na, mafê her Kurdekî heye pirs bike, rêxne û kebul nekê, em kêm, zedayî ye her proje bibinin, ka bo çi, hin de kes xwe têda nabinin û erê nakin, argument çine, li hev godari bikin, em hewcêye ji hev lêpirsin û niqaşêne, ev mafê her kurde kî ye, haqê tu kesekî tûne ye îtraza vê bike, em her kurdek be rêzdari, be berpirsîyari ya xwe bi cîh bîne.
Cardin tofanekî wek pêymana Lozanek din ser navê me Kurda ava nebe, em neyên xapandin, em divê şiyar bin.
Bê ku em naveroka proje di bin mercekede derbas nekin û hûr, hûr li ser lêkolin nêbe û nêkin, ku bi devkî, ha li vir, ha li wir tên gotin, bi belkiya, bi xwede geravî ye, vêcare ewê baş be, win wisa bikin, kabul bikin û wisa bizanibin. Li ser nîqaşa hêr projeyek, bi hemû Kurda ra nekin, çiye çi nîne, pê mûjil nebin, bersivên tûnd bidin, ew tê wê mânê, ku asta projên wan valaye, hîle ye û ne laîqê xwestekê Kurda ye û di helwesta xweda her be israr bin, ev îdî ne hemwelati.
Ev helvesta han, em nav Kurda da dibejin, ev navê wî dibe qitika parêza baxçê, dibêje ev qitike, tu bixwazi jî, tê bi xwî û tu ne xwazi jî, tê bixwî, êva ne raste, nayên kabul kirin û li dijî bingêha demokrasîye bi xwe ye û dijminantiya azâdîya mafê gelê Kurd bixwe ye. Û Demokrasi, ne ku kî be hêzbe û zahf be ew raste û nejî hêvsarê hestirêye di deste kidabe, ji xwe ra bi kû da bajo, ewê bajo, eva xizmeta tahribata kultura Demokrasîye, rastiye û aşitîye bixwe ye.
BDP, DTK û Xweseriya demokratîk
Binavên projên Xweseriya demokratik (demokratîk Ozerklik,) xwestek û di naveroka xwe de gelek hêjare, jibo xwestekên à zimane Kurdijî ne fermî, însanî ye. Bi rengekî merov kare bi rehetî beje parsekîye, li ser êsasên an jî li ser rêça peymana Lozanî ye.
P. Xweseriya Demokratîk, hin tişt tê da heye, ku qet jê naye têgîştin, ji taybetiyên çanda kurd dere, gelek tişt tevli heve û bi awayekî, siyasî, sosyalî çandî û di vê dema globalizma dinya yê da dixwazin Kurda bi tez û metodên xeyalî perçe bikin û her perçeyek jî, dora wî diwar bikin. Wek kesekî ku zindaneki niv vekirida be, ne azâd be û timî dibin kontrola hinêkada be.
Wan ji rastiyên xwezayî ye, ji Demokrasiya rêz lê girtine û azâdîyen tekîlîyên ji pir rengiyên cuda, kontrol bikin.
Jiyana civate giş dixwazin bi sinorên nû dorbeç bikin. ji ciwaniyên fikrên azâd ra, ru, muruskên xwe diqermiçînin û ew, kesên ko li dij dîtina wana, ramana xwe bêje, pêşkeş bike, ji cûdatirên xwe ra, bi wan ra nikaşê tahmul nakin, gotinên wan qut dikin û bi tiştên ne rast îtham dikin.
Hin gotin û titinên anîne ziman, ne zelalin û vêşartine, wek mesajê bi şifre bin hatine nivsandin.
Hin hêjayî ye gelê Kurd, ji hemû sembolên netewî, siyasî, parlemanî, huquqî û îdarî, abori tineye û di îdarên eyaletî da, ev tişt kabul jî nabin. Bahsa meclisa eyaletî tê kirin, ku Tirkiye hemû bibe îdara eyaletî jibo hin beşên vêrgîyên civakî, be eyalete va be girêdan û ew eyalet bi xwe, bi xwe, hinek ji wan vêrgîyan qismî, bi xwe bistine û di îdara xwe da wek xwe tanazim û mesref bike. Û ev kismek vêrgîyên eyaletî têv dikeve kontrola partiya serdest tene û tu kes ewê nikaribe jê şiklên mesrefên wejî pirs û suala bike, ev jî zerarek mezine û darbeyêke jibo partî, grup û saziyên din ên xelkên nav çe’ra û di ware aborida jî merov kare bêje, bê adaletîyek nû çêdike, ev jî metodekîye ku xûnê bide ew partiya serdest û xizmeta marjinalkirina pir rengîyê, partiyên din û demokrasîye.
Ev jî bi tu awayî, fêyde nade berjewendiyên gelê Kurda, paradoksa vê, ev metod, Kurda di nav wî da perçe dike û Tirkiye, di armanca dewleta merkezi da, di warê problemên wîye Kurda da, di rêya berjevendîya xwey, ya yek dewlet, yek Millet, yek ziman, yek Al, û ku Kurd li Tirkiye, bibe Mozîkên wan.
Ev proja eyaletî, ji sala 1994 virda dinav kiriterên avrupayî daye, ji devleta Tirkiye jî tê xwestin. Axlep, ew dewletên ku nexşerîyên wan, nufusên wan, mezinin, olên cuda, cuda û gelek etnîsîtên pûçûk hêne ji wan tê xwestin. Ev dikêve beşên jibo avakirina rêformên vêrgîyan mintiqî, jibo pârvekirinekî demokratîk û adil.
Minakên vê reforme, hêrî be hêz li Fransa tê mêşandin, piştre Almanya, ispanya (lê Katalan hemû mafên xwey federali sitandine û zimane wanî Katala, li parlementoya avrupayî jî fermî ye) Îtalya, hwd. Û ji Tirkiye jî tê xwestin û ev karên dewleta Tirkiye ye, nûner û mû’tâba vî karî jî hukumeta Tirkiye be xwe ye.
Jibo çi, be nave kê, em Kurd vî kârî ser mile xwe û dimeşînin, eger em Kurd etnîkek pûçûkbinjî, dîyalekta me hêjar be jî, ev nê erka mêye, ne jî ji me hatiye xwestin û ev sîstema eyaletî wek ku proja 20 miliyon gelê Kurda’ye tê mêşandin. Ev be sûdîya Kûrda, çika mêzine û em dibejin Tirkiye, gelo çiqa xurte û xwedî şansek mêzine.
Tirkiye, be kevirekî se (3) teyrên baz dadixe xware.
a)- şertêkî avropayî bi ser dixe.
b)- Probleme xwey mezin e Kurda jî xwe jê xilastike.
c)- Û bi vê rêforma vêrgîyên kismî da jî, xwe ji berpirsiyariya hemû barên mintiqe paqij û xilas dike.
Ev barekî grane li ser milê wî, barewî siviktir dike û oksijenek baş ewê bide wan, jibo bihêzkirina Dewleta Tirkiyekî unîter armanca xwey ji mozaîk kirina Kurda da, be vê şikle serkeftî dibe û bi di ditina min ev uslup wê Kurda ber be hêlandine va dibe.
Ev rengên Eyaletiya ku BDP, DTP di proja Xweseriya Demokratîk de bi nav dike, ku li hemû Tirkiye bibe sistema 20-25 Eyaletî.
Ev eyaletên îdarên kismekî aborî, ji xizmeta merkeza yek dewlet, yek gel, yek Al û garantora yek zimanên fermî kirine ye, ewê we be hêztir bike, jibo Kurda rewş dijawartir dibe, beranberi dewlete unitera Tirki ye, ev proja eyaleti, modeleke Fransaye, ev jibo perçekirin û marjinal kirina Kurde bakur e, ku kurd di nav xwede carek din bibe 4-5 perçên yen pûçûk.
Ev sistema Fransa ye (23 Régional) 23 eyaletên xwe hene û li wir xelkêk heye, ku ji ra dibejin Broton.
Gelê Broton
Brotonî ku ji alî etnîsita xwe vê gelêk bihêz bûn û ew di van 30 sali ye dawîda, bi xêra sistêma rêformên eyaletî hatin hêlandin, ew îdî li nav malên xwede jî, bi zimanen xwey Brotonî na axifin.
Ên ku diroka wan nizanibe û wan nasneke, niza ku ew ne Fransîne, gava win biçin nav mintiqên wan û nav malên wan, ew bi jiyan, bi hemû adetên xwe û têkilyên wanî ên kurumî, ên dewletî, şarêdarî, komelayitî, çandî, ziman û bi hemî taybetiye xwe bune Fransiz û mane.
Tu kurdek vî tiştî naxwaze, çawa ku gelê kurd 87 sal berê sala 1923 da wê lozana mal xirab ne dixawast û di civinên nav netewî da nûnerên gelê Kurd tunebu jî, her wisa jî binavê Kurda ismet paşa, xwe wek nunere Kurda da nişandan, ku wekile Kurda jî ewe, ew vê peymana Lozane çawa bi hile kirin, irojî ez dibejim ku bihna wan mêtoden salên 1923 piçik binaven aşitiye, piçik binaven biratiye û piçik jî binaven islametiye, piçik jî kes nikare me ji hev veketine, tê mêşandinlê.
Ev tevdana ku, ev nunerên Kurda nizanim hay ji xwe hene an na û raste ew vêga nunerên Kurdane, le nunertiya wan, meriv dibeje qe ew, ewjî wek ismet paşaye mey Kurde Malatya ye, tev digerin.
Hêvîdarim, ku ez di his û dîtinên xwe da şaş der kevim. Le iro çax, çaxa ke pêşketî, demek moderne, Kurd, Kurdistan û azadiya hemû mafê wî, xwedî tî jêra dibê hebe, xwedîye wîjî gelê Kurd bi xweye, bi awayekî sîyasî, bê şer kârin haqê xwe bi yekitiyek xurt nafên xwe bi ser xin û bistinin. Jiber ku şert mercên rewşa dinya à iro, huquqê jibo insana pêşketine. Eger dewleta Tirk, bi xwesteka demokrasiye bi armancbe û berdewambe, hinga emjî karin, heqême jî heye, di dixweste xweda li gor merc û şertên demokrasiye Sexwebune jî bixwazin.
Di vê rewşa ku kurd, iro têda ye, ev şerê vêga, bi vê bi çima ku tê meşandin, ji iro pêda berdewambe, ewê gelê Kurd pirtir zerare bibine. Gelê Kurd, li gor hukukên navnetewî xwe bi tevger bike û li haqê xwe bigere, bi gelê xwe ra, bi têkoşina siyasi, qedera xwe bi xwe tayin bike û heta mafê wîya à dewletek ser bi xwe jî kare avabike.
Ev Proja Xweseriya Demokratik à BDP, DTP ku di xalên xweda dişibe sistema eyaleta Fransî. Dibên projeme zelalin, ku wisaye çima berê harin bidin kurumên dewlet û hukumete. Ew çima, nişana gel nadin, berbi nikaşa gel û fikrên gel li ser proje lêkolin nayên kirin û sitandin, belkî delege û endame wan bi xwe jî nedîtiye. Û wisa acele, acele, ev proje, proja mêye, kî dixwaze bila ew jî, ê xwe çêkin.
Wek tiştek gelek bidizî ye, nişana kesekî nadin, le bi navên hemû Kurda jî, wê proja xwey Xweseriya Demokratîk, didin hemû kurume dewlete, li meclise û di her pêyvendiye xwe da, wek ku gel hemû riza xwe daye wan û proja wan, xwe wisa pêşkêş dikin, wek ku li dervayên wan, tu Kurdek din nûner tunene, tev digerin. ev jî ne demokratîke.
An jî ev hemlên han belkî taktik û diplomasine. Madem Program û projey wan, bi navê Xweseriya Demokratîk ewkas mêzin û hêjaye, ê başe bo çi, bi zaneyên hemû beşên Kurda ra, be pispor, politolog, rojnemevan, rewşenbir û ji niviskar ra navêroka wî naye niqaş kirin, madem we karekî gelek baş hazir kiriye, em giş be wêra.
Qê ev proje îllêgalin ? Îllêgalin ji bo kî, jibo gel an jibo Dewlet ? Kî zane, belkî taktik bin. Ku taktikbin, gelo, jibo dewlete, anjî jibo Kurda ?
Ez ji birêz Selheddin Demirtaş, serokê BDP Û birêz Ahmet Turk, seroke DTP û nûnerên wan pirsyardikim, gelo wûn peymana Lozane çawa dibinin ?
Gelêk havalên şarêdar, encumen û serokên bajarên partiya BDP û endamên DTP bi zilmekî mezin, ew hatine girtine, ez van girtina, vê zilme rûreş dikim. Lê wexta di mahkemada li ser şert, huquqên ku di rêzdariya peymana Lozaneda xwestin ifade xwe bi kurdî bidin, gelo ew çibû, şaşiyek bu, anjî rastiyeke berdewama siyaseta we ye û anjî taktik bun ? Kem kes pirsiyar dike, loma ez pirs dikim.Win bersiv jî nedin mafê weye.
Gelo dibê ku proja Xweseriya Demokratîk îlhama xwe, şewq û şêmala xwe ji vê Peymana Lozane ne girtibe ? Ez hêvi darim ku ne wisa be.
Eger wisa be, ew hestiyên şêhîdên şervanên jibo parastina maf, Azâdî û rizgariyên li hemû Kurdistane, bin ax bûne û ew vêga be xemgîn û dinalin.
Em vê sala 2011 jibo carekî din, li ser gelê Kurd, Lozanêk din çênebin û wê peymana Lozane jî, ya sala 1923 ku di eslê xweda li dij haq, mafên Kurda hatiye danin, Kurdistan kirin çar parçe û Gelê Kurd li ser xaka xwe, ji hemû mafên wiye netewî be par hate hiştin û heta iro di jenosîden mezin da hate derbas kirin.
Û em qet jibir nekin, timî li dij vê peymana Lozane derkevin. vê neheqîye û rûreş bikin. Paymana Lozane, navê wêya rastin û di navareroka xweda ji herfên serî, hêyanî mohra binî belgeyek tijî înkar, kuştin, zilm û koçberi, şermîyekî mezin à dirokî ye. Ewê roj were, zaruk, torin û nêbîyên gelên Tirk ji vê zilma, lihember Kurda, ji karinên pêşîyên xwe, bab, kal û bapîrên xwe sedî sed di şermîyede bimînin û hata nêçin ser mezelên wan û fatiheyêk jî ji wan ra nêxwînin.
Heyf, gûnêyêmin ji vê gava, ji wan zaruka ra tê, ji ber ku be rasti, ewê be gûneh û mahsûmbin.
Li hember Kurda û jibo hemû Diroka Mirovatîyê ra, divê kinge hebe ev xeletiya han jinûva be sere rastkirin, ku mafê Kurda be dayin û têlafî kirin.
Ez dibêm gelê Kurd sala 2011’da jibo carekî din, emTofanek wek Lozanekî din nêbînin, haziriyên xwe bikin û yekitiya gelê xwe avakin.
Jibo ku gelê me, rojek berê bigihîje Azâdîya maf û huqukên xwey siyasî, îdarî, abori, ziman û çanda xwe. Hwd.
Bi serdemek nu, jiyanek nûjen, bi rumet, serfiraz, Azâd û Demokratîk bi gelê xwe ra, em jî wek her gelî li kelêka ciranên xwe, gelên ku li ser rastiye û haqiye , bi van dosten xwe ra, çi Tirk be, çi Faris be, çi Ereb be, em giş bi rêzdari û şâd bijîn.
Û be vê hecetê, em tev bi yek dengekî ji vê xerê ra bêjin AMIN.
Bijî Yekitiya gelê Kurd
Bi silavên birâtiye
05 01 2011
Suayip Adlig