Polîtîk

Bazirganiyên Swêdê dê ji bo verberhênanê serdana Kurdistanê bikin

Li duyem roja beşdarîkirina Serokê Herêma Kurdistanê ya li Korbenda Aboriya Cîhanî li Davos birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Carl Bildt Wezîrê Derveyê Swêdê civiya. 

Li hevdîtinê de, peywendiya di navbera Herêma Kurdistan û Swêd û pêşketinên dawî ya pêvajoya siyasiya Iraqê û pêvajoya Suriye hatin nirxandin.

Li vê civînê de Wezîrê Derveyê Swêdê ji bilî behskirina serdana xwe ya berê ya Herêma Kurdistanê xweşhaliya xwe jî derbirî ku peywendiyên di navbera welatê Swêd û Herêma Kurdistanê pêşketiye. Wezîrê Derveyê Swêdê balkişand li ser wê yekê ku berî hatina Davosê li civîneke bajarê Stockholmê teşwîq û handana kompanyayên Swêdî kiriye ku bi mebesta veberhênanê şanda bazirganiya xwe bişînin Herêma Kurdistanê.

Rewşa siyasiya Sûriye û rewşa koçberên Sûriye li Herêma Kurdistanê û her wiha rewşa asayîşa Iraq û hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê mijareke dinê vê civînê bû.

Her li vê hevdîtinê de her dû alî girîngiya beşdarîkirina welatan li Korbenda Aboriya Cîhanî Davos ji bo dirustkirina pira peywendiya di navbera gelan de bi bilindî nirxandin.

Back to top button