Kultur
Bazirganên Kurdistanê piştgiriya BCF dikin
Jûra Bazirganî û Pîşesaziya Hewlêrê hevkariyê gihandin Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî.
Her li gel dirustbûn û belavbûna şewba Korona li Herêma Kurdistanê Jûra Bazirganî û Pîşesaziya Hewlêrê ji bo hevkarîkirina welatiyan û Hikumetê de berdewam buye û li hengava yekem da 7 amêrên nefes kişandin û henasedanê ya destkir ji bo Birêveberiya Tendirustiya Hewlêrê bexşî û îro jî li hengavekî nû da hevkariyê gihande Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî.
Li beramber da Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî spasî Jûra Bazirganî û Pîşesaziya Hewlêrê kir û hengavên Jûra Bazirganiyê li hemû demekê bilind nirxand.