Di dawiyê de em hemû bi Kurdbûnê ve mehkûmîn

Ev helwest dibine nexşa rengîn ya dîrokê!
Di dawiyê de em hemû bi Kurdbûnê ve mehkûmîn

Li gel derketina şewba Korona li Rojavayê Kurdistanê, welatiyan tûşî metirsiyeke zêde bûn. Her wiha Birêveberiya Xweser jî dilgiraniya xwe ya ji metirsiya egera zêdekirina şewbê de ku karesata mirovî lê dikeve veneşart.

Rastiyê de ev dilgiranî û metirsiya desthilatdar û welatiyên Rojavayê Kurdistanê li asta gefa şewbê de vala nebû. Ji ber ku kembûna amêr û pêdiviyên pizîşkî yên taybet bi rûbirûbûna şewbê (Li gor naveroka raporekî Kurdistan Tv ya li 11ê nîsanê, % 1 ê xelkê Qamîşlo rûpoşê wan hebuye, eve li gel kêmbûna bi lez ya rûpoşên pizîşkî li dermanxane û navendên pizîşkiyan da). Heman demî de Rûsya her zû xwe ji berpirsiyariya ser milê xwe ya beramber xelkê navçeyê ragihand ku destê Moskow bi wan navçeyan nagihe û nikarê bi hawara wan ve biçê.

Ji aliyeke din ve Amerîka amade nebû hîç hevkariyekî lojîstî û darayî li Kurdên Rojava bike ji bo rûbirûbûna metirsiyên şewba korona. Heman demî de Hikûmeta Sûriye jî neku her hevkar nebû, belkû li gor naveroka beyannameye (li 8ê nîsana 2020) Birêveberiya Xweser berpirsiyarê zêdekirina şewba (kovid-19) li navçeyên bin desthilata xwe dixe stûyê Hikûmeta Sûriye û bi sedemeke zêdenekirina şewba Korona li navçeyê de tawanbar dike û venaşêre ku Hikûmeta Şamê amadeyê hevkarî û hemahengiyê nîne û bi reftarên şaş jî, jiyana welatiyên wê navçeyê dixe metirsiyê.

Li nav vê xemsarî û xwe veşartina Rûsya û Amerîka ji berpirsiyariya exlaqî û mirovî beramber welatiyên Rojavayê Kurdistanê, her wiha xemsariya Hikûmeta Sûriye li zêdenekirina şewbê li navçeyên bin desthilata Birêveberiya Xweser.

Aliyên berpirsên Herêma Kurdistanê û bi diyarkirî jî birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, berî wê yekê û her zû bi dengê hawar û daxwaziya nûnerayetiya birêveberiya xweser li Herêma Kurdistanê ve çû ku li beyannameya xwe da ya li 1ê nîsanê de daxwaza bi deng ve çûn û pêşkêşkirina hevkariyên pêwîst li rêxistinên miroviyan û aliyên peywendîdarên Hikûmeta Herêmê kiribû ku bo ku rê nedin şewb zêdetir belav bibe.

Diyare ev helwest û hengava Serok Nêçîrvan Barzanî di derbarê selmandina hevxemî û hevsoziya xwe ya ji bo perçeyên dinê Kurdistanê û bi taybetî jî ji bo Rojavayê Kurdistanê, wekî beşek ji erk û berpirsiyariya neteweyî û niştimanî ya ser milê xwe ne tiştekî nû û çaverê nekirî bû. Ji ber ku berê jî û bi taybetî piştî dest bi karbûna wekî Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî çi li ser asta Herêmê (Başûrê Kurdistanê), yan perçeyên dinê Kurdistanê da û li nav wan da Rojavayê Kurdistanê ku heta astekî zêde, cureyek ji nakokiya li navbera karakter û hêzên siyasiyên van dû beşên welat da heye, di derbarê pirs û rûdanan û bi taybetî jî ku Kurd rûbirûyê gef û metirsiyê bûne, ewî hest bi erk û berpirsiyariya neteweyî û niştimaniyê ve muamele kiriye.

Ji bo wê yekê bi deng ve çûna wan jî ya ji bo daxwaziyên birêveberiya xweser û daxwaziyên welatiyan li Rojavayê Kurdistanê, bi dabînkirina taqîgehên pişkînînên pizîşkî û pêdiviyên tendirustiyên din yên ji bo rûbirûbûna metirsiyên şewbê, her wiha nîşandina amadehiyê ji bo her pêwîstî û hevkariyekî din, diçê xaneya vê hestkirina berpirsiyariya exlaqî û wîjdaniyê ku Serokê Herêmê li beramber gel û niştiman û dîrokê de nîşanda.

Ev rewş ji me re dibêje, her Kurdek yan her hêzekî Kurdî, ji bo ku rastgoyî û pabendiya xwe bi bingeh û bihayên neteweyî û niştimaniyan diyarbikin, kurttirîn û asantirîn rê, li ast û radeya bi hanaveçûna wan ya hevziman û hev axên xwe yên li demên teng da û lêqewimiyan da, êdî bila heta aliyên siyasî û paşxanên îdeolojî ji hevdû cûda bibin, ji ber ku dawiyên de em hemû bi Kurdbûnê ve mehkûmin. Li vê çarçêweyê de pirsa neteweyî û niştimanîbûna kesek yan hêzek bi diruşman û asta deng bilind kirinê na, belkû bi helwest û hengavên kirdarî û ew encam û karvedanên li rûberên giştî da (siyasî û civakî) lê dikevin tê pîvandin.

Twittera birêz (Mezlûm Ebdî – Fermandeyê Giştî yê HSD li Rojavayê Kurdistanê) ku têda spas û pesnê Serokê Herêma Kurdistanê dike ku bi lez bi dengê wan ve çûye û taqîgehên pizîşkî ji bo wan şandiye û soza hewl û hevkariyên zêdetir û piştevaniyê jî ji bo wan derbiriye, eve ew encame ku dawiyê de bîranîna giştî û wîjdanî zîndî ya neteweyî û niştimanî da, wekî nexşa ser berd û kevir li ser rûpelên dîrokê da dimîne.

Dawiyê de nêrîna min û welatiyek, ewê Serokê Herêmê li beramber Rojavayê Kurdistanê de kiriye û pêwîste li paşarojê de jî bi navê bi hêzkirina hevxebata neteweyî li beramber Rojava û her beşekî dinê Kurdistanê bike ku bi piştrastiyê ve beşeke ji stratejiya karkirina Serokayetiya Herêmê da. Li asta siyasî da aliyeke girîngê hestkirina bi erk û berpirsiyariya neteweyî û niştimanî ye. Wekî çawa li asta mirovî da jî nîşana hestkirina berpirsiyariya exlaqî û wîjdaniye li beramber hevniştimaniyan da.

Eve jî nîşana wê rastiyê ye ku bi çavgirtina li cûdahiya hizir kirina siyasî û paşxana ideolojî her yek ji me wekî Kurd divê û gelek jî pêwîste, her vê cûre siyaseta neteweyî û niştimanî û muameleya berpirsiyarane bikin bingeh û pêşmerca hevpiştî û hevxebata di navbera Kurdan de. Ji ber ku nabê tu demekî ji bîra me biçê ku ji bilî Kurd bi xwe hîç kes dostê me nîne û bi destê xwe jî nebê, derd û birîna Kurdan bi keseke din nayê çareserkirin.

Nurî Bêxalî

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: