Berpirsê Şaxa 24 a PDKê li Şeqlawe Hîwa Ehmed Mistefa dibêje, bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê PDK amade ye û rijd e li ser wê yekê ku di dema xwe de birêve biçe. Herwiha tekez dike ku dengê PDKê dê li sînorê Şeqlawe dê zêde bike ji ber ku baeriya xelkê Kurdistanê bi rêveberiya PDKê tê.Roja 30-9-2018 dê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê birêve biçin û komîsyon xwe jê re amade kiriye.Derbarê birêveçûna hilbijartinan, Berpirsê Şaxa 24 a PDKê li Şeqlawe Hîwa Ehmed Mistefa ji malpera KDP.info re ragihand: “Em ji hemû aliyekî ve amade ne ji hilbijartinan re û pêwsît e hilbijartin di roja ku hatiye diyarkirin, birêve biçe. Em di amadebaşiyê de ne û dema kampanya bangeşeyê destpê bike emê jî bangeşeya xwe bikin û emê nexşe û pilanên xwe cîbicî bikin.”Hîwa Ehmed Mistefa wiha got: “Li sînorê Şeqlawe dê dengên PDKê zêde bibin û em hewl didin ku bangeşeyeke baş bikin û dengên PDKê gelekî zêde bibe. Baweriya xelkê Kurdistanê bi rêveberiya PDKê tê û dezgehên ewlwhiyê yên PDKê karîne Kurdistanê biparêzin û aramî û ewlehiyê bicîh bikin, lewma jî em çaverê dikin ku dengên me zêde bibin. PDK xwedî ezmûn û dîrok e ji rêveberî û avedanî û xweşiyê ji xelkê Kurdistanê re.”