Başûrê Kurdistanê bûye sedema çareseriya pirsa Kurd li Tirkiye
Nivîskareka Tirk li babetek de ku li ser malpera CNN a Amerîkî belavkiriye, behsa wê yekê dike ku sedema çareserkirina pirsa Kurd li Bakûrê Kurdistanê vedigerê li ser pêwîstiya Tirkiye ya Uze(Enerji) wekî çavkaniyeke uze jî peywendiya Tirkiye û Herêma Kurdistanê çareserkirina pirsa Kurd sê helqeyan ve hatine girêdan ku raste rast peywediya wan bi hevre heye.
Gonul Tol Birêveber û Damezrênerê Peymangeha Rojhilata Navîn nivîsiye pêwîstiya mezina Tirkiye bi uze bûye sedemek ji bo wê yekê ku Tirkiye dest bi çareseriya pirsa Kurd li wî welatî de bike ku nêzîkî 29 sal berdewamiya xwe hebû. Heman demî de ew nivîskar behsa ewe jî kiriye ku Tirkiye dixwaze li paşarojê de kêmtir pişta xwe bi Rûsya û Îranê girêbide ku li warê uzeyê de girêdayî wane.
Tol dibêje peywendiya di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê ji wê yekê çavkaniya xwe digrê ku Tirkiye bi sedema pêwîstiya bi uzeyê peywendiya xwe li gel Herêma Kurdistanê û çareserkirina pirsa Kurd li Bakûr destpêkiriye. Li meha adara îsal, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikumeta Tirkiye peywendiyên di navbera xwe de pêşxistine, Nêçîrvan Barzanî û Erdogan jî li serdana xwe ya wê demê de behsa peywendiya aborî û kertên di navbera wan de kirine. Ji wê jî girîngtir rakêşana boriyekî nû ye li navbera her du aliyan û amadehiya çendîn kompanyayên Tirkî li wî warî de ku li Herêma Kurdistanê kar dikin.