BasNewsê zanî ew kesê ku jehr daye Mela Bextiyar kî ye

 Tê gotin ku serkirdeyê YNKê Mela Bextiyar ji aliyê sekreterê xwe yê taybet ve hatiye jehrîkirin.

Çavkaniyekî nêzîkî endamê encumena bilind ya siyasî û berjewendiyên YNKê, Mela Bextiyar ji BasNewsê re got, guman hemû li ser wê yekê kom bûne ku Mela Bextiyar bi fermana serkirdeyekî berê yê YNKê û bi alîkariya çend karmendên dezgeha Zanyarî ya YNKê hatiye jehrîkirin.

Wî jêderî her wiha got, tê gotin ku sekreterê taybet yê Mela Bextiyar bi navê Ş. hatiye erkdarkirin û wî jehr daye Mela Bextiyar, ji ber wê jî hatiye girtin û di lêpirsînê de ye.

Li gorî agahiyan, sekreterê Mela Bextiyar kesekî pir nêzîkî wî bûye û Mela Bextiyar mîna biraziyê xwe lê nihêriye. Lê vê dawiyê Mela Bextiyar ji wî bi guman bibû ku peyayê Lahûr Cengî ye loma ji kar dûrxistibû, gava ku hatibû dûrxistin jî yekser ji aliyê Lahûr ve pileya wî di nav partiyê de hatibû bilindkirin û îmtiyaz û otomobîl dabûnê.

Mela Bextiyar duhî di civîneka rojnamevaniyê de ragehand, jehrîkirina wî hizbî û siyasî ye û divê YNK wê yekê zelal bike.

Mela Bextiyar heta niha navê Lahûr neaniye ziman lê tevahiya tiştên ku dibêje, nerasterast Lahûr bi jehrîkirina xwe tohmetbar dike.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: