PolîtîkRojev

Bafil Talabani serdana serok Barzani kir

Serok Barzanî û Hevserokê YNKê Bafil Talebanî li Pîrmamê civiyan. Di civînê de behsa girîngiya yekrêziya aliyûn Kurdistanî hate kirin.

Serok Mesûd Barzanî û Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li Pîrmamê civînek li darxistin.

Li gor daxuyaniya ofîsa Hevserokê YNKê, “Bafil Celal Talebanî li Selahedînê (Pîrmam) serdana Mesûd Barzanî kir.”

Li gor daxuyaniyê, “Di civînê de dawî pêşhatên siyasî, emnî û aborî yên li Herêma Kurdistan, Iraq û navçeyê hatin gotûbêjkirin. Bi hûrî giftugo li ser beşdariya Kurdan di hikûmeta bê ya Iraqê de û rûbirûbûna astengiyên siyasî, hat kirin.”

Ofîsa Bafil Talebanî ragihand, “Di civînê de piştî nirxandina rewşa giştî û pirsên rewşa niha, tekezî li ser yekrêziya niştimaniya Kurd û yekxistina hewlên bo çareserkirina pirsgirêkan û xizmetkirina xelkê Kurdistanê hat kirin.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye, “Bi girîngî behs li ser qonaxa nû ya Iraqê û piştî hilbijartinan, hat kirin û girîngiya yek gotariya Kurdan li Bexdayê pêwîst hat dîtin û peroşa Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê bo yekrêzî û tebayiya mala Kurd hat dûpatkirin.”

Herwiha hat gotin, “Tekezî li ser projeyeke hevbeş a niştimanî ya li ser bingeha berjewendiyên netewî hat kirin bo hemû pirsên siyasî û dariştina bernameyeke hevbeş a herdu aliyan bo serederiya li gel pirsa pêkanîna hikûmeta bê ya Iraqê û çespandina prensîpa şeraketê li hikûmeranî û cîbicîkirina daxwazên welatiyan û serxistina seqamgiriyê.”

Back to top button